NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Siyasî ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê bi daxuyaniyekê helwesta Amerîkayê ya li hemberî rayedarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murad Karayilan, Cemîl Bayik û Duran Kalkan şermezar kir û bang li Amerîkayê kir ku bi keysbaziya Tirkiyeyê neyê xapandin û rê li pêşiya destdirêjiya wê bigire.

Daxuyaniya Partiya Çepgir wiha ye:

"Ev demek e serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan gefa êrîşa li dijî herêmên rojhilatê çemê Firatê dixwe û parastina sînorê başûrê Tirkiyeyê hincet digire û îdia dike ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi avakirina statuyeke kurdî gefan li ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê dixwe. Di vê çarçoveyê de artêşa Tirk rêzeêrîş li dijî gundewarên Kobanê û Girê Spî pêk anîn û di encamê de welatiyên sivîl ên Bakurê Sûriyeyê hedef digire.

Piştî hevdîtina di navbera Tirkiye û Amerîkayê de dezgehên çapemeniyê ragihand ku Amerîka xelateke pereyan ji kesên ku agahiyan der barê cihê rayedarên PKK'ê û KCK'ê Murad Karayilan, Cemîl Bayîk û Duran Kalkan de bidin, veqetandiye.

Tevî ku Amerîka di heman demê de ragihand ku dê parastina ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, ango herêmên Rêveberiya Xweser, lê helwesta wê li hemberî van rayedarên PKK'ê cihê xemgînî û şermezariyê ye. Nemaze ji ber ku ev rayedar têkoşîna rizgariya gelê xwe yê Kurd didin meşandin û destdirêjî li tu aliyan nekirine.

Em wek Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê bang li Amerîkayê dikin ku bi erkên xwe ji bo tunekirina DAIŞ'ê rabe û herêmên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêze. Em bang li Amerîkayê dikin ku helwesta xwe zelal nîşan bide û bi keysbaziyên Tirkiyeyê neyê xapandin û rê li pêşiya destdirêjiyên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigire. Em helwesta Amerîkayê der barê rayedarên Kurd Murad Karayilan, Cemîl Bayik û Duran Kalkan de şermezar dikin."

ANHA