Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê sekreterê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yê Dêrazorê Hanî El-Îfan axivî û ji şêniyan re armancên partiyê û nêrînên wê der heqê çareseriya aloziya Sûriyê de diyar kirin. Hanî El-Îfan bal kişand ser girîngiya beşdariya ciwanan bo jinûveavakirina bajarên ku ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ`ê wêran bûn.
Hanî El-Îfan got: “Da ku azara gelên Sûriyê ku di nava şerê domdar de bi dawî bibe, tekane rêya çareseriya aloziya Sûriyê, diyaloga Sûrî-Sûrî ye."
Têkildarî bûyerên şewatê ku bi zeviyên çandiniyê li bejahiya Dêrazorê rû dide, El-Îfan got ev kiryar plankirî ne û dixwazin bi vê yekê tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxin û wiha pê de çû: "Tu kes nikare hevgirtina nîştimanî û hevgirtina eşîrên herêma me têk bibe."
Endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li daxwaz û pêdiviyên şêniyan guhdarî kir.
Hêjayî gotinê ye ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê dê li herêmên bejahiya Dêrazorê gelek civînên wiha li dar bixe.
(eh/kc)
ANHA