KOBANÊ

Sekretêrê şaxê herêma Firatê yê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Azad Oso, hevseroka buroya partiyê  ya herêma Firatê Semîra Hac Ebdulqadir û nûnera Buroya Jin a navçeya Çelebiyê Zozan Nebo û bi dehan şêniyên navçeyê di civînê de hazir bûn.

Civîn bi bîranîna şehîdan dest pê kir. Paşê Azad Oso axivî û armanc û rêgezên partiyê şîrove kir. Osos destnîşan kir ku armanca partiyê wekhevî, pirrengî û ne navendî ye û wiha domand: "Armanca Partiya Sûriyeya Pêşerojê avakirina welatekî li ser bingehê aştiya navxweyî, civakeke exlaq û polîtîk, her wiha nasnemeya niştimanî Sûrî ku wekî nasmeya hemû ol û baweriyam tê dîtin, diyar bike."

Civîn bi pirs, bersiv û nîqaşan bi dawî bû.

ANHA