NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya helwestên li dijî dagirkeriya artêşa Tirk di axa Başûrê Kurdistanê de, Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê û Partiya Demokratîk a Kurdên Sûriyê (PDKS) daxuyaniyên cûda dan.

Herdu partiyan di daxuyaniyên xwe de behsa çavbirçîbûna dewleta Tirk li dewletên cîran kirin û dane zanîn ku Tirkiye hewl dide impratoriya Osmaniyan ji nû ve vejîne û Erdogan weke sultanê nû hilbijêre.

Di daxuyaniyan de hate gotin ku li herêma Qendîlê şervanên azad bi hişmendiyeke azad afirandine û dê bibe goristana dagirkeran.

Di daxuyaniyan de hate gotin ku dewleta Tirk rêbazên herî qirêj li dijî projeya demokratîk a welatiyên herêmê didan meşandin û alîkariyeke mezin bi komên terorîst re dikir da ku projeya welatiyan a demokrasiyê têk bibe. Piştî ku evan amûrên dewleta Tirk bi saya fedekariya şervanên Azadiyê hatin têkşikandin, niha Tirkiyeyê rasterast herêmên Kurdan li dewletên cîran dagir dike û di van dagirkeriyên xwe de hemû pîvan û yasayên navnetewî binpê dike.

Di daxuyaniyan de hate got ku hikûmeta AKP'ê û serkêşê wê Erdogan ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve destwerdana Sûriyeyê kir û alozî girantir kir û alîkariyeke mezin bi komên çete yên weke Cebhet El-Nusra û DAIŞ'ê re kir.

Di dawiya herdu daxuyaniyan de kiryarên Tirkiyeyê di derheqê gelên herêmê de hatin şermezarkirin. Her wiha bang li civaka navnetewî kirin ku li dijî van destdirêjiyên artêşa Tirkiyeyê tevbigerin, nemaze êdî Tirkiye bi riya komên çete yên girêdayî wê li ser giştî herêmê metirsiyeke mezin e.

Di daxuyaniyan de her wiha bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdî yên herçar parçeyên Kurdistanê hate kirin ku yekîtiya xwe ava bikin û bi yek helwestê li dijî destdirêjiyên Tirkiyeyê li ber xwe bidin.

ANHA