NAVENDA NÛÇEYAN

Leyla Guven a ku 65 roj in di greva birçîbûnê de ye, rewşa wê girantir bûye.

Parêzerê Leyla Guven, Şivan Cemîl Ozen di daxuyaniyek a ku da ANF’ê de diyar kir ku ji ber tendirustiya wê ya xerab, wan nekarîne îro hevdîtinê bi Leyla Guven re çêbikin.

Ozen got, “Me nekarî em Leyla bibînin. Tendirustiya wê xerab bûye û bedena wê sinciriye. Germahiya bedena wê bûye 38 derece û car caran ev germahî zêde dibe.”