NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê leşkerî yê Amerîkayê Shawn Raya diyar kir ku welatê wî dest bi vekişandina hêzên xwe yên li Sûriyê nekiriye.

Raya diyar kir ku tişta heta niha bûye ew e ku wan ji bo vekişandinê hin karûbarên locistîk kirine.

Berdevkê leşkerî diyar kir ku wan ji bo tedbîrên ewlekarî liv û tevgera hêzên xwe ranegihandine, lê ew teqez dikin ku wan ta niha hêzên xwe ji Sûriyê veneguheztine.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di dawiya sala bûrî de ragihadibû ku ew ê hêzên xwe yên leşkerî ji Sûriyê vekişînin. Piştî vê daxuyaniyê wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeoragihand ku Trump xwe ji bo tevgereke leşkerî ya nû li Sûriyê amade dike.

(k)