ARIF SILÊMAN - CAFER CAFO / ŞEHBA

Piştî ku artêşa Tirk û çeteyên wê kantona Efrînê dagir kir, bi deh hezaran şêniyên Efrînê neçar man ji malên xwe derkevin û li navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê di nav malên wêrankirî, dikan û dibistanan de bi cih bûn.

Şaredariya Gel a navçeya Şêrawayê bi hevkariya Desteya Rêveber a Herêmî û Şaredariyan a Efrînê bi armanca peydakirina mesken ji şêniyên ku li avahiyên wêrankirî, dibistan û dikanan bi cih bûne, kampeke nû li gundê Ziyaretê ava dike.

Di pêngava yekê de şaredariyê zemîna kampê amade kir. Piştre di pêngava duyemîn de zemîna kampê bi behis raxist. Di pêngava sêyamîn de kortikên kanalîzasyonê bi armanca dirêjkirina toreyê tên kolandin û piştî wê dê zemîna kampê bi tebeqeyeke stûr ji bermahiyan bê tijîkirin da ku kampê ji baran û lehiyan biparêze.

Kamp dê di 15 rojan de şêniyan pêşwazî bike

Piştî bidawîbûna her du pêngavên yekemîn û duyemîn, şaredariyê heta niha zemîna 40 konan bi dawî kiriye. Her wiha xebat jî hîna berdewam e. Li gorî rêveberiya kampê tê payîn ku di 15 rojan de kamp amade bibe.

Têkildarî mijarê hevserokê Şaredariya Gel Mihemed Elo ji ajansa me re axivî û behsa amadekariyên kampa nû kir û wiha got: "Em ji bo amadekirina kampê dixebitin. Me gelek pêngav bi dawî kirine. Niha em di pêngava dawîn de ne û dê di 15 rojan de kamp şêniyan pêşwazî bike."

Ev kamp, kampa pêncemîn e ku ji bo pêşwazîkirina şêniyên Efrînê li navçeya Şêrawa tê avakirin.

(şx)

ANHA