RÛBA EL-ELÎ / REQA

Di 4 salên borî de gelek xwendekarên bajarê Reqayê ji mafê perwerdeyê qut bûn. Çeteyên DAIŞ`ê nehişt jin xwendina xwe bidomînin û cehalet li herêmê belav dikirin.

Dema ku çeteyên DAIŞ`ê bajar dagir kiribû, zarok li ser fikrên tundraw perwerde dikirin.

Piştî rizgarkirina Reqayê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve, tevî mezinbûna temenê wan, xwendekaran ji nû ve dest bi xwendina xwe kir û salên ku jê bê par mabûn bi îradeyeke mezin xwendina xwe dewam dikin.

Der barê mijarê de, gelek xwendekaran diyar kir ku tevî temenê wan mezin e jî ew ê perwerdeya xwe de dewam bikin. Xwendekara bi navê Înas El-Xelef wiha got: "Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê û vegera li dibistanan, em ji nû ve ji dayik bûn, tevî ku temenê min mezin e lê dîsa jî ez ê xwendina xwe dewam bikim. Ji ber ku çeteyan em ji mafên me yên jiyanê qut kiribûn."

Xwendekara bi navê Fatima El-Mişûr ku diviyabû refa (pol) 11`an bixwenda lê refa 9 dixwîne û wiha dibêje: "Em nahêlin careke din ji mafên xwe yê xwendinê qut bibin wekî çawa çeteyên DAIŞ`ê zilm dikir û bi taybet der heqê jinan de." Fatima diyar kir ku ew ê heta ku armancên xwe pêk bînin, xwendina xwe dewam bikin.

Xwendekara bi navê Dele El-Şilaş destnîşan kir ku piştî demeke dirêj ji vekirina dibistanan bû xewnek ji wan re û wiha got: "Min hin zehmetî di xwendinê de dîtin, ji ber ku ez ji refa 3`yan hatim refa 7`an."

Endama rêveberiya Buroya Jinan di Komîteya Perwerde û Fêrkirinê de Mûntehe Etallah Li ser rewşa xwendekarên Reqayê û perwerdeya wan wiha got: "Piştî salekê ji rizgarkirina bajarê Reqayê û sererastkirina dibistinên li bajêr me dît ku gelek xwendekar temenê wan mezin e û bêyî ku seretayî bixwînin derbasî navîn û amadehî bûn, ew jî ji ber ku kiryarên çeteyan jin ji mafên wan qedexe kiribûn."

Mûntehe destnîşan kir ku gelek xwendekar hene zehmetiyê di beşdarbûna dibistanan de dibînin, ji ber ku temenê wan mezin e û 4 salan ji xwendinê qut bûbûn wiha got: "Wek Komîteya Perwerdeyê bi rêya şiyarkirin û perspektîfan, me dikaribû benda şermê û tirsê ji xwendekaran bişikînin."

Mûntehe di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em ê heta dawiyê bi xwendekaran re alîkar bin, pirsgirêkên wan çareser bikin û armancên wan pêk bînin."

(jo)

ANHA