QAMIŞLO

Navenda Çand û Hunerê çalakiyên xwe yên bi dirûşma "Bi hev re ji bo hezkirina çand û perwerdeyê di hişê zarokan de biçînin" didomînin.

Çalakiyên ku bi araman pêşxistina afirîneriya zarokan û teşwîqkirina xwendinê têne lidarxistin, di roja 4‘emîn de li dibistana gundê Kibêbê yê 15 km dikeve dûrî navenda navçeya dikeve hatin lidarxistin.

Beriya ku çalakî destpê bike berdevka Komîteya Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemîsê Fayîl El-Mixlif bixêrhatina beşdaran kir û anî ziman ku Navenda Çand û Hunerê bi hevkariya Komîteyên Çand û Hunerê ji bo pêşxistina afrîneriyên zarokan û çandina hezkirinê li ban wan bi dirûşmeya "Em bi hevre hezkirina çand û xwendinê di zarokan de biçînin" çalakiyan li dar dixe.

Li ser navê dibistana Kebîbe mamoste Xidir El-Salim spasiya navenda çandê kir ku hewl dide çand û hunerê li herêmê pêş bixe û wiha got "bi saya van bernameyan em rola zarokan aktîf dikin."

Piştî axaftinan, Koma Enwar  şanoyek bi navê "Mîra razayî" pêşkêş kir

Paşê xwendarên dibistana Kibêbê şanoyek bi navê "zarokê perîşan" pêşkêş kir.

Her wiha dîlanên filklorî ji aliyê zarokan ve hate pêşkêşkirin

Li ber stranan jî xelekên govendê hatin gerandin.

(jo)

ANHA