NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Robert Paladino duh ragihand ku wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û hempîşeyê wî yê Tirkiyê hevkariya Amerîka û Tirkiyê di çarçoveya vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê de nîqaş kiriye.

Wezîrê karên Derve yê Amerîkayê Pompeo teqez kir ku Amerîka girîngiyê dide parastina hêzên ku pê re hevkar bûn û koalîsyona şerê li dijî DAIŞ`ê.