HESEKÊ

Pêşangeh vê sibehê di saet 10:00'an li Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê hate vekirin.

Bi dehan şêniyên navçeyê ji saetên sibehê ve berê xwe dan pêşangehê û di nava pêşangehê re geriyan.

Di pêşangehê de 100 wêne hatine pêşandan ku têde rastiya berxwedan û têkoşîna welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di aliyên leşkerî, civakî û çandî vedibêje. Di pêşangehê de beşekî taybet ji bo wêneyên Berxwedana Serdemê ya Efrînê hate veqetandin.

Di çalakiyên de sinevizyonek li ser Berxwedana Serdemê ya Efrînê hate pêşkeşkirin.

Deriyê pêşengehê saetên êvarê vekiriye.

Hêjaye bi bîr xistinê ye ku Navenda Şopdarên Rojê pêşangeha xwe li piraniya bajarê herêma Cizîrê vekir û dê li hemû bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were veke.

(şx)

ANHA