FÎRAS TEYAWÎ / REQA

Partiya Sûriyaya Pêşerojê di 27'ê adarê de li bajarê Reqayê hate damezirandin. Di kongreya damezirîner de nûnerên hemû pêkhateyên Rojava-Bakurê Sûriyê bi armanca yekîtiya nerîna gelê Sûriyê amade bûn.

Şêniyên herêma Karamê avakirina partiya Sûriyaya Pêşerojê gaveke êrênî nirxandin û hêvî kirin ku partî di hemû xebatên xwe yên siyasî de karibe guehrtinê li tavahî herêmê pêk bîne.

Rûspiyê ji herêma Keramê Nûrdîn El-Dîb derbarê mijarê de, damezirandina partiya Sûriyaya Pêşeronê gaveke erênî nirxand û ev tişt anî ziman: "Pêwîstiya me bi partiyek wiha ku piştgiriya ciwanên me bike û nerîna wan a siyasî bike yek û xurt bike, heye."

Welatiyê bi navê Deham El-Şiblî yê ji herêma Karamê jî derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: "Em hemû kesên nerîneke rast û saxlem ji me re pêşkêş bike, silav dikin. Ji ber di salên derbasbûyî de me gelek zehmetî kişandin. Rêxistin di nava civakê de nîn bû. ev partî gavek berênî ye. Ji ber partiyên desthiladar her dem fikirê ciwanan xira dikin û tenê diruşmeyên ne rast beriz dikirin."

Deham di dawiya axaftina xwe de jî destnîşan kir ku ew ji Partiya Sûriyaya Pêşerojê hêvî dikin ku gavên ber bi yekîtiya ciwanan ve bavêje û li dijî fikrên dijminan şer bikin.

Welatiyê bi navê Comerd Mihemed El-Merbid jî derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: "Hemû ciwan wê bi yek destî bisekin in û helwesta siyasî ya yekbûyî saz bikin. Wiha jî dê guhertina ku dewletên li dijî Sûriyê kom bûne û parçebûn ê pêk tîn in, vala derbixin."

Comerd, di dawiya axaftina xwe de jî hêviyên xwe anî ziman û got: "Em hêvî dikin ku Partiya Sûriyaya Pêşerojê rê bide jinan ku bi azanî xwe di aliyê siyasî de xwe îfade bike.

(dc)

ANHA