NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokaratîk (PYD) girêdayî biryara Wezareta Derve ya Amarîkayê ya der heqê 3 pêşengên PKK‘ê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

" Di demekê de ku pêwîstî bi çareserkirina doza gelê Kurd heye û wekî kilîta ewlehî û îstiqrara tevahî Rojhilata Navîn tê dîtin, Wezareta Karên Derve ya DYA‘yê rojên dawî der heqê 3 pêşengên PKK‘ê de biryarek derxist. Xuya ye ku rêgezên jiyana hevbeş, biratiya gelan û yekitiya çarenûsî di encamên pergalên totalîter de ku şêwazên çewisandinê li dijî vîna gelan pêk tînin, bi tunebûnê re rû bi rû maye. Ji aliyekî din ve jî sekinandina van pergalan li rex terorê û destekdayîna wan ji bo rêxistinên terorîst, diyar dibe.

Wek Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) em dibînin ku ev biryara siyasî ye û ji rastiyê dûr e û aliyê qanûnî û civakî tune ye. Her wiha dibînin ku dema derxistina vê biryarê dikeve xizmeta xîtaba nehezkirin û çanda wêrankirinê. Di heman demê de dikeve xizmeta piştgiriya Enqereyê ya bi rêxistinên terorîst çi DAIŞ be, an jî El-Nusra be, Huras Eldîn, Tirkistan û hemû komên ku ber bi Sûriyeyê ve hatine şandin da ku fermanên Enqereyê pêk bînin.

Her wiha ev biryar Amarîkayê dixe helwesteke nakok. PKK‘ê li Şengalê şerê terorê kir û jiyana bi hezaran sivîlan li Hewlêr, Kerkûk û Kobanê parast. Herî dawî jî şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê roleke mezin di destpêkirina têkbirina terora DAIŞ`ê de lîst. Her wiha şervanên YPG û YPJ‘ê bi destekdayîna Koalîsyona Navdewletî ya li dijî terorê ku Amerîka serkêşiya wê dike, terora DAIŞ‘ê ber bi tunekirinê ve dibin.

Hate tekezkirin ku hebûna PKK‘ê wek tevgereke kurdistanî bi armanca peydakirina çareserkirina adil ji bo doza Kurdî hatiye. Heger cihê DYA‘yê di siyaseta cîhanê de li pêş e û hebûna wê li Rojhilata Navîn bi armanca şerê li dijî terorê û pêkanîna atmosfereke ewle û çareserkirina krîzên Rojhilata Navîn be, mîna niha aloziya Sûriyeyê, em dibînin ku daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya DAY‘ê yê ne li gorî wê armancê ye, lê belê aloziyê mezintir û xeternaktir dike. Her wiha dozên ku divê werin çareserkirin ber bi şaşiyê ve dibe, di heman demê de hincetan dide Enqereyê da ku dijminahiya xwe li dijî gelên herêmê, di serî de li dijî gelê Kurd zêdetir bike û bi siyaaetên qirkirin û asîmilekirinê bike. Di tecrubeyên heft salên derbasbûyî de derket holê ku Enqere û rêxistinên terorîst wekî hev in. Her wiha biryara ji aliyê DYA‘yê ve hatiye derxistin bandoreke neyinî li ser şerê terorê dike.

Em bang li DYA’yê dikin ku berpirsyariya xwe pêk bîne û zextê li Enqereyê bike û aştiyê li Tirkiyê pêk bîne û pêngava aştiyê ku ev zêdetirî sê sal in ji ber helwestên dijminahî yên sîstema Tirkiyeyê hatiye rawestandin, aktîf bike. Em dibînin ku her biryareke ku PKK‘ê dike hedef, tê wateya hedefgirtina gelê Kurd û îradeya gelê Kurdistanê.

Em jî wek partiyekê ku ji bo pêkanîna demokrasî û çareserkirina doza Kurdî li Sûriyeyê têkoşînê dike, em bang li hemû partiyên kurdî û niştimanperwer ên demokratîk ên Sûriye û Kurdistanê û tevahî hêzên li Rojhilata Navîn û cîhanê, hemû saziyên sivîl û rêxistinên mafên mirovan dikin ku xebat û têkoşîneke hevbeş bidin meşandin da ku çareseriyeke adil ji doza kurdî re peyda bikin û helwestekê der barê sekinandina êrîşên li dijî gelê Kurd de bigirin."

ANHA