NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemiyê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya fermî belav kiribû encamên  şerê 24 saetên dawî yê Şerê Tinekirina Terorê aşkera kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Eniya Baxoz: Di navbera şervanên me û çeteyên DAIŞ`ê de şer derket. Li eniyên pêşîn tevgereke zêde ya çeteyan hebûn,ş ervanên me bi hemû hêza we kirin hedef. Her wiha çeteyan bi topavêjinan navendên şervanan me  topbaran kirin. Lê di encama wê de tu zerar di aliyê şervanan me de çênebûn.

Di saetên sibê de jî şervanên me 3 kîlometre pêşde çûn. Di encama wî şerî de gelek çete hatin kuştin. Şervanan 17 nuqteyên xwe ava kirin. Tîmên taybet ên rakirina mayînan 4 mayînên ku ji aliyê çeteyan ve hatibûn bicihkirin hatin bêbandorkirin.

Ji ber rewşa hewayî ya ne baş û zehmetiyên di ditînê de çeteyên DAIŞ`ê xwestin ji vê yekê sûd werbigrin û hewl dan êrîşî nuqteyên QSD`ê bikin lê şervanan êrîşên wan têk birin û di encama wê de 10 çete hatin kuştin. Gelek ji çeteyan jî reviyan. Di heman demê Koalîsyona Navdewletî jî deverên çeteyan topbaran dikirin.

2- Eniya Hecîn: Li wê derê şervanên me 1 kîlometre bi pêşde çûn. Piştî ku hejmarek çete kuştin 20 nuqteyên yên nû ava kirin. Her wiha hemû rê û xendeqên çeteyan birîn da ku nikaribin êrîşên dijber pêk bînin.

Çeteyên DAIŞ‘ê ji toz û bahozê sûd girtin û êrîş anîn ser nuqeteyên şervanên me, şervanan hemû êrîşan wan şikandin.

3-Eniya Sûsê: Li bajarokê El-Sûse di navbera şervanên me û çeteyên DAIŞ`ê de şerê dijwar rû da, dîan jî çeteyan xwestin ji rewşa hewayê sûdê bigirin û êrîşên dijber pêk anîn, şervanên bersiva êrîşan dan û êrîş şiandin. Şer li vê eniyên heya niha didome.

4-Eniya Behre: Çeteyên DAIŞ`ê êrîşên dijwar birin ser navendên şervanan. Di encama wê de di navbera şervanên me û çeteyên DAIŞ`ê de şerê dijwar rû da. Gelek çete hatin kuştin. Balafirên Koalîsyona Navnetewî du erebeyên bombebkirî teqand û erebeyeke doçka li ser û beldozereke texandin.

5-Encamên şer:

-38 çete hatin kuştin.

-Balafirên Koalîsyona Navdewletî li 13 cihan dan.

-Balafirên koalîsyonê 33 bi fuzeyên Haymerz li çeteyan dan.

-Windahiyên terorîstan:  1- di nav de yek navenda fermandariyê 11 bargeh hatin rûxandin. 2- 3 topavêjin hawnê hatin rûxandin. 3- Du erebeyên bombebarkirî hatin teqandin. 4-Erebeyeke doçka hate rûxandin. 5-Beldozerek hate rûxandin.

- 4 Mayîn hatin bêbandorkirin.

-37 nuqte hatin avakirin."