NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda  Ragihand û Çapemeniyê ya QSD‘ê encamên şerê 24 saetên dawîn yên qonaxa dawîn ya Pêngava Bagera Cizîrê ya "Şerê tunekirinê terorê" aşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Qonaxa dawîn ya Pêngava Bagera Cizîrê ya "Şerê tunekirinê terorê" didome.

1-Li derdora gundê Baxoza Jorîn çeteyên DAIŞ`ê navendên ku beriya rojekê ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatibû rizgarkirin, kirin hedef. Balafirên koalîsyonê bi mûşekan jêdera topavêjinên çeteyan kirin hedef, her wiha topavêjina koalîsyonê bargehên çeteyan topbaran kir. Di encama wê de bargehên fermandariya çeteyan, cihên bicîhkirina topavêjinan û  panzêreke çeteyan leşkerî hatin rûxandin.

Di pevçûnên li vê deverê şervanekî me gihişt asta şehadetê.

- Hêzên me şevê din êrîş birin ser gundê Baxozê û 5 nuqte girtin. Bi vê yekê şer derbasî Baxoz dibe, di şerê li vê deverê qewimî de şervanekî me birîndar bû.

2-Eniya El-Sûsê: Di saetên sibê û piştî nîvro de li derdora El-Sûse çalakiyên leşkerî û gulebarandin bi çekên sivik hatin kirin, şervanên me pêşde çûn. Di saetên ber êvarê de di navbera hêzên me û çeteyan de şerê  sîng bi sîngo derket. Dîsan jî hêzên me qasî 1 km pêş de çû. Çeteyan cardin êrîşên dijber anîn, di êrîşên xwe de erebeyên bomebebarkirî bi kar anîn û nuqteyên ku şervanên me rizgar kiribûn girtin. Şer heya saetên derengî şevê berdewam kir, di encama dawî de hêzên me nuqte vegerandin û çete ji van nuqteyan qewitandin.

3- Di encamê şerê îro de, bargeha fermandariya çeteyan a li gundê Şeifa  bû hedefa êrîşa hawayê ya balafiran, li vir 2 çete hatin kuştin. Li derdora Baxoz 13 çete hatin kuştin û nuqteke çavdêriyê ya wan hate rûxandin.

(bx)