GULÎSTAN MIHEMED-IBREHÎM EHMED/GIRÊ SPÎ

Endamên Partiya Sûriyaya Pêşerojê diyar kirin ku hêzên QSD'ê isbat kiriye ku dikare hemû Bakurê Sûriyê biparêze û destnîşan kirin ku pêwîstiya gelê herêmê bi hêzên din ên biyanî nîne.

Endamê Partiyê Mihemed El-Taliya derbarê mijarê got ku pêwîstiya Sûriyê bi hêzên din ên biyanî nîne û wiha dom kir: "Pêwîstiya me bi pêşxistina hêzên herêmî li gorî teybetmendiyên civaka Bakurê Sûriyê heye."

El-Taliye di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku QSD'ê dikare hemû herêmên Bakurê Sûriyê biparêze û wiha dom kir: "QSD'ê ji ciwanên ji hemû pêkhateyên herêmê hatiye avakirin. Ew dikare parstina herêmê bikin. Tiştê ku QSD'ê di têkbirina çeteyan de kir, Artêşên cîhanê nekarî bikin.

El-Taliya her wiha da zanîn ku ew wekî partiya Sûriyaya Pêşerojê piştgiriya xurtkirina hêzên herêmî dikin û wiha dom kir: "Em piştgiriya hêzên herêmî û çareserkirina siyasî ya li gorî biryara navdewletî ya Konseya Ewlekariyê ya 2254 dikin. Ne leşkerkirina hemû Gelê Sûriyê. Em ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê û hêzên wê yên çalak beşdarî nivîsandina destûra Sûriyaya pêşerojê bibin, tekoşîn didin meşandin."

Endamên Partiya Sûriyaya Pêşerojê Mihemed El-Taliya di dawiya axaftina xwe de jî bang li Koalîsyona Erebî kir ku piştgriya çareserkirina siyasî ya aloziya Sûriyê bikin û ev tişt anî ziman: "Piştgiriya çareseriya siyasî bikin, Ne fikirinadina leşkerkirina hemû gelê Sûriyê."

Endamê Partiya Sûriyaya Pêşerojê Kedîm Îbrehîm jî derbarê guhertina demografî ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker li Efrînê û herêmên din ên Sûriyê pêk tê ev tişt anî ziman: "Koçberkirina bi darê zorê, guhertina demografî karekî gelekî qirêje, li dijî hemû nirxên olî û qanûnên inasnî ne. Guhertina demografî sûcekî li dijî mirovahiyê ye."

Îbrehîm li ser dewamkirina Hemleya Bagera Cizîrê jî got ku dê bandora tunekirina DAIŞ'ê di hemû aliyan de li ser herêmê hebe.

(dc)

ANHA