HESEKÊ

Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina bejahiya başûrê Hesekê ku ji nû ve hatiye destpêkirin bi hemû hêza xwe didome.

Şervanên QSD‘ê di çarçoveya Pêngavê de heta niha 12 gund û hejmareke mezre rizgar kirin.

Şervanên QSD‘ê yên baskê rojava şevê din piştî şereke dijwar gundên Derwîş û Amiriyê ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin.

Şêniyên gundê Derwîş bi germahî pêşwaziya şervanan kirin û kêfxweşiya xwe bi rizgarkirinê gund anîn ziman.

Şêniyên gundê Hilwe ku pêş çend rojan hate rizgarkirin şêranî li şervanan belav kirin.

Di van kêliyan de, şer li gundên beramberî Derwîş didome.

(bb)

ANHA