NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Sana ya girêdayî rejîma Sûriyê destnîşan kir ku duh balafirên şer ên Îsraîlê gelek moşek ber bi derdora Şamê ve avêtin û parastina hewayî ya Sûriyê gelek jê bê bandor kirin.

Ajansê ji çavkaniyên leşkerî veguhest ku seat di 23.15’an de balafirên şer ên Îsraîlê ji gelek moşek avêtin derdora Şamê, di cih de parastina hewayî ya Sûriyê bersiva moşekan da û gelek moşek anîn xwarê. Di encamê de yek ji embarên li balafirxaneya Şamê ya navneteweyî bû hedef.

(jo)