FACIR EL-XALID / REQA

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê ji hêla QSD'ê ve di 20'ê Cotmeha sala borî de, sûkên bajêr, dikan, nexweşxane û firin di encama mayinên çeteyan de gelekî wêran bûn.

Sûkên bajarê Reqayê ji nû ve geş bûne. Dikan hatine vekirin û bi taybet li kolanên Girê Spî, El-Mensûr, El-Wadî, 32'yê Sibatê û El-Amasî. Şênî ji bo peydakirina pêdiviyên xwe diherikin sûkan. Heta niha derdora 5 hezar û 500 dikan hatine vekirin.

Têkildarî mijarê xwediyê dikaneke şîraniyan li kolana Girê Spî bi navê Ebû Ehmed wiha got: "Dikana min mîna gelek dikanan wêran bû. Lê niha ez ji nû ve dixebitim. Ruxmî gelek astengiyan lê dikan mîna berê tên vekirin."

Dibistan

Rêjeya zêde ya wêrankirinê para dibistanan bû. Di dirêjahiya hebûna DAIŞ'ê li bajêr de zarok ji xwendinê bê par man. Ji ber wê Şaredariya Gel ji bo rakirina bermahiyan di nav dibistanan de gelek xebat dan meşandin. Her wiha Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ji bo ku zarok vegerin perwerdeyên xwe lez da xebatên sererastkirin û restorekirina dibistanan. Di vê çarçoveyê de komîteyê di salekê de 317 dibistan li bajêr û gundewarên wê amade kirin.

Firin

Li bajarê Reqayê û gundewarên wê 64 firinên giştî û taybet hene. Li gundewar 27 û li bajêr 37 heb. Tevî kalîteya nan a baş buhayê nan jî li gorî welatiyan e.

Nexweşxane

Navendên tenduristiyê bi temamî hatine wêrankirin. Di nav bajêr de 39 navend hene, jê 30 bi temamî hatine wêrankirin û 9 bi awayekî beşî. Heta niha zêdetirî 40 dermanxane li bajêr hatine vekirin. Her wiha 8 nexweşxane, jê 3 li gundewar û gelek noqteyên tenduristiyê li bajêr û gundewaran vebûne. Niha jî xebat ji bo restorekirina Nexweşxaneya El-Wetanî tê kirin da ku sala bê bikeve xebatê.

Park

Parkên bajêr rastî wêranirin û şewitandina daran hatin. Her wiha wekî gorên komî hatin bikaranîn. Şaredarî niha hewl dide ji nû ve xweşikî û ronakiya wê vegerîne.

Di salekê de parkên El-Reşîd, El-Bustan, El-Beyda û El-Beca hatine amadekirin.

Têkildarî mijarê hevserokê Şaredariya Gel ê Reqayê Ehmed El-Ibrahîm wiha got: "Şaredarî destpêkê hemû parkan paqij dike. Piştre dê di pêşerojê de daran lê biçîne û parkên bi hewcedariya restorkirinê ne, dê sererast bike."

(şx)

ANHA