NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Komunîst a Kurdistanê der barê êrîşên artêşa tirk a dagirker yên li ser xaka başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Partî û hêzên siyasî yên Kurdistanê,

Rêjîma faşîst a tirk bi serokatiya Erdoganê kujer gelek herêmên Kurdistanê û ji wan herêman Efrîna berxwedêr, her wiha gelek herêmên başûrê Kurdistanê bi hinceta şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dagir dike. PKK`ê ji bo demokrasî, aştî û jiyana biratî gelek têkoşîn kir.  

Erdogan bi êrîşên li ser başûrê Kurdistanê her tiştî dişewitîne û bi balafir û çekên giran dar, mirov û keviran jî topbaran dike.

Bi şerê xwe yê qirêjî hewl dide tevahî başûrê Kurdistanê dagir bike. Ji mafê PKK`ê ye ku li ser xaka Kurdistanê hebe, parastina doza Kurdistanê bike. 

Rewabûna dagirkirina Tirkiyeyê sûcekî nayê efûkirin. Em bang li partî û hêzên Kurdistanê dikin ku banga gelê me pêk bîne û li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê bisekinin, her wiha piştgiriya xwe ji PKK`ê re diyar bike û bi rêzî nêzî banga şerê li dijî artêşa tirk a dagirker li ser başûrê Kurdistanê bibe. Her wiha bi awayekî lezgîn kongreya neteweyî ya Kurdistanê li dar bixin da ku bibe nûnera gelê me û doza Kurdistanê."

(bx/ew)

ANHA