QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê û hejmarek rewşenbîrên herêma Cizîrê, tevî şervanên YPG û YPJ'ê rewşenbîrê Kurd Xelîl Kako di salvegera sêyemîn a wefata wî bi bîr anî.

Merasîmê bîranînê li ser gora wî ya li gundê Dêrna Qulinga ya navçeya Tirbespiyê hate lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê, Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Ebûd Meqsû bi xêrhatina beşdaran kir û got, Xelîl Kalo numunak ji rewşenbîrên berxwedêr bû û pênûsa xwe xist xizmeta doza gelê Kurd.

Bi navê malbata Xelîl Kalo, biraziyê wî Xebat Kalo axivî û got, Xelîl Kalo bi pênûs û nivîsên xwe mohra xwe li dîroka Rojava da.

Di merasîmê de, hejmareke helbestvan ku li ser Xelîl Kalo helbest nivîsî bûn, helbestên xwe xwendin.

Melevan Resûl ku yek ji hevalên Xelîl Kalo ya ji ajansa me bi kurtî qala kesayeta Kalo kir û got, "Xelîl Kalo di aliyê leşkerî, siyasî û civakî têkoşîn da meşandin. Ketiye dilê gelê Rojava."

Melevan Resûl soz da ku ew xeta Xelîlî Kalo berdewam bike.

Rewşenbîr Xelîl Kalo ji gundê Dêrna Qulinga yê navçeya Tirbespiyê ye, gelek nivîsên wî li ser doza kurdî û hêzên parastinê YPG û YPJ'ê di rojnameyan de hatin belavkirin. 15'ê Îlona 2015'an de ji ber nexweşiyê di jiyana xwe ji dest da.

ANHA