KELSÛMA ELÎ / QAMIŞLO

Gundewarên herêma Dêrikê û Girkê Legê bi rêzên xwe yên tirî dihate naskirin. Lê bi demê re rezên tirî kêm bûn, heta îro gihiştiya asta ku rez bi temamî li herêma behsa mijarê nemîne.

Hin gundên Aliyan yên navçeya Girkê Legê bi rezên xwe yên tirî di tevahî herêmê de bi nav û deng bûn. Di gundan de gelek rezên tirî hebûn, bi taybet di malan de pir dar dihatin danîn. Piraniya wê jî li ser ava baranê çêdibûn.

Welatiyan ji berhemên wê dimis, mewîj û gelek cûreyên din ên xwarinê, her wiha ava tirî ji rezên xwe çêdikirin, difrotin û pê debara xwe ya jiyanê dikirin.

Ji salên 1980'yî û vir ve çandiniya rezên tirî kêm bû û welatiyan dest bi çandiniya genim, ceh, guncî û nokan kirin. Ji ber pêwîstiya rezê tirî bi kar û xebatek zêde hebû. Heta niha gihiştiya asta ku rezên tirî li herêmê nema tê dîtin.

Rezê dawî li herêmê liber xwe dide

Li gundê Mûsa Kora ya herêma Aliyan a Girkê Legê niha hin rezên tirî hene. Şêniyên gund dibêjin ku temenî rezên wan zêdeyî 70 sal in.

Gundiyek di nava rezê xwe de digeriya, got ku beriya niha rezê wî çavkaniya sereke ya jiyana malbata wî bû.

Şêniyên gundê Mûs Kora hewl didin ku rezên xwe yên tirî biparêzin, lê bi tirsin ku ew ji tunebûna wan ditirsin, ji ber ku mesrefa rezên tirî pir zêde bû ye.

(dc)

ANHA