NAVENDA NÛÇEYAN

Kûpaya Cîhanê ya 2018an, îro saet di 15.00an li gorî dema GMT bi pêşbirka di navbera Rûsya û Erebistana Siûdî ve wê dest pê bike.

pêşbirka li stadyûma Luzhniki ya Moskoyê dê bi rêve biçe.

Lîstik bi merasîmekê wê destpê bike, tê gotin ku serokên herdu welatiyan yê Rûsiyê Vladîmîr Pûtîn û yê Erebistana Siûdî  Mihemed Bin Selman, her wiha serokwezîrên 20 serokdewlet û kesatiyên navdarên cîhanê dê di merasîmê de amade bin.

Organîzasyon ji 8 koman pêk tê û di her komekê 4 tîman cih digirin, tûrnûwa dê mehekê berdewam bike.

Di salên dawî de di navbera  Rûsya û hin welatên rojavayê derbarê gelek dosyayan de nakokî derketin, ji wan dosyaya Okraniya, aloziya Sûriyê û doza jehkirina sîxurê herdu (Rûsya – Birîtanî) Sergey Scrippal.

Her wiha hate gotin ku Nûnerê Fermî ya Dewleta Birataniya piştî nakokiyên dawî bi Rûsya re beşdarî  di merasîma lîstikê nabe.

Beriya çend saetan, Mûxalifê Kermelin Alexey Navalny ragihand ku ew ku bi tewana xwepêşandana 30 salan di girtîgehê de mabû, îro serbest hate berdan.