- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

- Xebatkarên Yekitiya Ragihandina Azad û ajansê me, bi boneya salvegera yekem a şehadeta nûçegihanên ajansa me Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed di salvegera yekem a şehadeta wan de merasîmê bîranînê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo û Şehîd Dicle ya Kobanê li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Tebqayê yekemîn konferansa Saziya Malbatên Şehîdan li ser asta Dêrazor, Tebqa û Reqayê tê lidarxisti, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Du hevrê, du rojnamevan û du şehîd; Dilîşan û Hogir. Bi kamera û pênûsa xwe bûne dengê rastiyê, bûne hêviya gelê ku ji zilma çeteyan rizgar dibûn, bûne şopdarên Nûjiyan, Denîz û Xelîl Dagan. Her du şehîdên rojnamevaniya azad li pey xwe mîraseke tijî têkoşîn hişt. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi Pêvajoya Şoreşa Rojava û Bakûrê Suriyeyê re, ragihandina azad bi hemû derfetên xwe hewl daye ku rastiyên herêmê û berxwedaniya şervanên YPG û YPJ‘ê ya li hemberî terora DAIŞ‘ê ji cîhanê re ragihîne. Nûçegahinên ajansa me ANHA‘yê  Dilîşan Îbiş, Rizgar Denîz û Hogir Mihemed di oxirina ragihandina heqîqetê de berdêlên giran dane. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Hesekê diyar kirin ku dewleta Tirk bi rêya ferzkirina tecrîdê texmîn dike ku dê karibe rê li ber belavkirina fikr û felsefeya Ocalan bigire û wiha gotin: " Rojhilata Navîn dê bi rêya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

-Li gel lihevkirin û peymanan û guhertinên ku derdikevin pirsa derdikeve pêş, dê çarenûsa herêma Idlibê ku di bin serweriya komên çete de ye, çawa be. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

-Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi tevlêbûna hejmareke rewşenbîr, siyasetmedar derbarê rewşa siyasî civînekê li dar dixe, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÎNFOGRAFÎK

- Piştî ku kantona Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve hate dagirkirin. Dagirkeran ji Gulana 2018'an ve dest bi hilweşandina hawîrdor û xwezaya Efrîn kirin. bi taybet li deverên daristanên xwezayî û hilberînên çandiniyê kirin xizmeta niştecîbûnên ji Şam, Humis, Dera û gelek herêmên din ên Sûriyeyê hatine Efrînê. (BI WÊNE).

JIN

- Nivîskar û rojnamevan Rojbîn Akîn destnîşan kir ku hikumeta AKP'ê û hevalbenda wî MHP'ê zextên xwe li ser gelê Kurdistanê zêde kirine û bi taybet rojamevan û siyasetmedarên jin. Rojbîn tekez kir ku armanc ji van girtinan ew e ku rastiyê bi çewsînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xedîce El-Umer ji bo peydakirina debara malbata xwe di firotina cilên balê de dixebite. Bi vînekî xurt li hember astengiyên jiyanê disekine û hemû zincîrên civakê ku jinan di karê malê de girê didin û derketina wê ji bo kar qedexe dikin dişkîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Qamişlo qonaxa 5‘emîn a pêşbirka hespan li navçeya Til Hemîsê li dar dixe. 08:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Navenda Çand û Hunerê bi armanca ku şagirtina teşwîqî xwendinê bike û afrîneriyên wan pêş bixînin, rêzeçalakiyên hunerî li dibistanan li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê ji beriya du salan ve tevger li kolanên bajêr zêde dibe. Ji ber ku bajar ji hêla şêniyên xwe ve tê birêvebirin, niha bûye navendek bazirganî girîng û gelek derfetên kar lê peyda dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundewarên navçeya Eyn Îsayê debara xwe bi çandina berhemên genim û ceh ên bejî peyda dikin. Îsal buhaya hiktarek zaviyên bejî gihaşt 30 hezar L.S. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA