-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîlla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên herêma Dêrazorê cenazeyê şervanê QSD‘ê Ehmed El-Sehû yê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû li goristna gundê Ebû Xeşeb oxir dikin, saet 14:00. Şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê cenazeyê 3 şehîdan li goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawudiyê vedişêrin, saet 11:30. Li Minbicê cenazeyê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku di encama teqîna mayînekê bi erebeya wan de şehîd bibûn bi merasîmekê dispêrin axê, saet 12:00.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiyên mertala zindî li Kobanê û Serêkaniyê ên ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê li dijî herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser sînor tên lidarxistin berdewam dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Sûriya Demokratîk têkikdarî geşedanên siyasî bi rûspiyên navçeya Dirbêsiyê re dicivin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya PYD‘ê di roja sêyemîn de didome, di vê çarçoveyê de xebatên partiyê yên li ser asta navçeya Şêranê wê werin nirxandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê mekanîzmeya xebatên deste û buroyên Meclisa Rêveber diyar dike û ji bo demên pêş projeyan lêkolîn dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Efrînê yên li Şehbayê diyar kirin ku berxwedana wan rexmî xirabkirin û wêrankirinê heya vegerin Efrînê dê berdewam be û teqez kirin ku dema li Efrînê di bin banê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bi biratî dijiyan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Di pêvjoyên dîrokê de dewleta Osmanî û dewletên din ên dagirker li dijî gelê Kurd gelek komkujî pêk anîn. Lê komkujiyên herî mezin li ser destê Osmaniyan û dewleta Tirk pêk hatin û heta roja îro dewam dikin. Her wiha dewleta Tirk bi destê çeteyên xwe yên mîna DAIŞ`ê û komên din li Şengal, Kobanê û Efrînê jî komkujî pêk anîn. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

-Mehmûd Hemdik destnîşan kir ku bûyerên li Idlibê rû didin sedema xwe neqebûlkirina Heyet Tehrîr El-Şam ji lihevkirina Rûsya û Tirkiyê ye û anî ziman ku reşnivîsa destûr a ku ji aliyê Rûsya ve ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê hatiye amadekirina mafê hemû pêkhateyan mîsoger nake. Hemdik diyar kir ku projeya MSD‘ê çareseriya herî guncaw e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Encamên biryara Amerîkayê ya vekişandina ji Sûriyê berdewam in. Washington vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê bi têkçûna DAIŞ‘ê û rêgirtina li ber êrîşên Tirkiyê li dijî Kurdan ve girêda. Ji aliyekî din ve çeteyên Cebhet El-Nusra zêdetirî nîvê bakurê Sûriyê bi îzaha Tirkiyê xist bin serweriya xwe. Her wiha wezîrê Wezareta Derve ya Amerîkayê gera xwe ya li Rojhilata Navîn destpê kir û xuyaye armanca gerê li hember Îranê ye. Li Filistînê jî tekîliya di navbera Fetih û Hemasê de gelek krîtîk bûye. (BI WÊNE).

JIN

-Li Minbicê Meclisa Jinên Sûriyê derbarê rewşa siyasî li ser asta Sûriyê civînekê li hola ciwanan li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Navenda Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Eyn Îsayê çalakiya piştgiriya  bi çalakgerên mertalên  zindî li ser sînor re li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hejmarek dibistanên herêma Dêrikê li stada Dêrikê çalakiyeke hevpar a taykwendoyê lidar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li Reqayê beriya ku çeteyên DAIŞ'ê bajêr dagirker bikin sewalkarî ji beşên herî geş bû. Bi dagirkirina re û kêmbûna êm û dermanên sewalan gelek paşde çûbû. Piştî rizgarkirinê Komîteya Sewalkariyê ya girêdayî Buroya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê hewl dide bi rêya danîna gelek plansaziyên pêşerojê desteka beşê bike û ji nû ve geş bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li herêma El-Keramê ya girêdayî bajarê Reqayê, ji ber ewlehiya herêmê tevgera avahîsaziyê geş bûye. Ji aliyê xwe ve şaredariyê bal kişand ku di sala 2018'an de zêdetirî 550 ruxset dane. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-'Ji bilî jiyaneke bi ewle em tiştek din naxwazin‘ ev gotinên koçberên Kampa Yarub e li gel ku azarên wan ji ber sermaya zivistanê duqat bûne. Her wiha bang dikin ku şer bidawî bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber serm û seqema zivistanê nexweşî li kampên Şehbayê belav dibin, li gel xemsariya rêxistnên mirovî Heya Sor a Kurd bi derfertên kêm alîkariyê pêşkêş dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gor  plana sala 2018 – 2019 Mudîriyeta Çandiniyê ya girêdayî Komîteya Aboriya Tebqayê hemû tedbîrên pêwîst girêdayî geşkirina çandiniya herêmê û parastina tevahî berhemên werzî  girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA