-Pêşveçûnên qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê wê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Kobanê êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdisanê şermezar kirin. Şêniyan bang li gelê başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî siyasetên PDK’ê serî hilde. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

-Di nav malbateke xizan de çavên xwe li jiyanê vekirin û heta ciwaniya xwe jiyaneke dijwar derbas kir. Şehîd Xezwan di destpêka Şoreşa Rojava de tev li nav xebatan bû heta şehadeta xwe bi bawerî û soza tolhildanê têkoşîneke bêhempa meşand. ( BI WÊNE)

-Yek ji mirovên temendirêjtirîn dayika Ewaş Baqî di 120 saliya xwe de hê jî li gundekî Kobanê dijî û diyar dike ku sedema temendirêjiya wê jiyana gundîtiyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Koçberên di kampa Tiwêhniyê ya bakurê rojavayê Tebqa de dimîn in ji rêxistinên mirovî ku sozên xwe bi cih nayîn in, bêzar in. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li herêma Tebqayê careke din lêkirina xaniyan bi kelpîçan derketiye holê. Berê lêkirina xaniyan bi kelpîçan çandeke kevin a şêniyên herêmê bû. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li Kolana Şehîd Sariya Ozgur a bajarê Kobanê (Kolana 48’an), gelek pirsgirêk derdikevin. Şaredariyê ji bo çareseriyê xebat dabû destpêkirin lê belê xebat di wextê xwe de bi dawî nebû. Hevserokê Şaredariya Kobanê jî rexnedayîn ji gel re da û soz da ku di demeke nêz de wê pêşengehên erebeyan ji kolana Şehîd Sariya Ozgur rabikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rêveberiya Şaredariyên Kantona Qamişlo xwedî li sozên ku ji bo gel dayî derket û dest bi çêkirina rêyên têketin û derketina Qamişlo kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLTÎK

-Endamê Desteya Siyasî ya MSD'ê Hikûmet Hebîb diyar kir ku civîna bilind a di navbera Rûsiya û Amarka ku dê pêk were, dê itîfaqna bi xwe re bîne ku bandorê li Sûriyê bike û got: "Dê Îran beranberî ku Rûsiya û Rêjîma Sûriyê Idlibê bigirin, ji Sûriyê derkeve. Di heman demê de hilweşîna dewleta Tirk nêzîk bû ye." (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Kargeha Vîna Jinan li kantona Kobanê bi tevlêbûna 10 jinan di çarçoveya xebatên amedekirina pêdiviyên zivistanê de dest bi kar kiriye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA