-Pêşveçûnên Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê çemê Firatê û gundewarên başûrê Hesekê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Şervanê QSD`ê yê Iraqî Şoreş Iraqî anî ziman ku ew ji bo rizgarkirina gelê bindest ji çeteyên DAIŞ`ê tevlî QSD`ê bûye.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Cejna Remezanê nêzîk dibe, lê şêniyên Efrînê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê, cejnê li kampê pîroz dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rûspiyên Reqayê nerazîbûn nîşanî gefên AKP‘ê yên li ser Minbicê dan û diyar kirin ku gelê Bakurê Sûriyê li hemberî dagirkeran yek in. Rûspiyan gotin ku pîlanên Erdogan ên li Sûriyê wê bi sernekevin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Yekîtiya Oldaran a Herêma Cizîrê Mihemed Mele Reşîd Xerzî, cejna Remezanê ya tevahî cîhana Îslamê pîroz kir û diyar kir ku kesên ku ol xistine bin berjewendiyên desthilatdariyê de wateya meha Remezanê li gor xwe guherîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Piştî çend salan şadî û kêfxweşî vedigere bajarê Reqayê, hêviya şêniyên Reqayê ew e ku aramî vegere Sûriyê û şêniyên Efrînê vegerin warê xwe yê Tirkiyê dagir kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Çima çalakiya kuştina Ebdilkerîm Umer û Ebdilkerîm Sarûxan û Mihemed Mûsa têk çû? Gelo rêbazên wan ji bo kişandina van kesan çi bûn? Gelo şaneyê di diyarkirina armancên xwe yên terorstî de çawa dixebitîn? Evan pirsên ber biçav di beşê duyemîn a dosya "şaneya terorîst" de tên bersivandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- 15‘ê Hezîranê salvegera 3‘yemîn a rizgarkirina Girê Spî ji çeteyên DAIŞ‘ê ye. Rizgarkirina Girê Spî bû destpêka rizgarkirina Reqa "Paytexta DAIŞ" li Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA