-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.
-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.
-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.
-Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê binpêkirinên dagirkeriya dewleta Tirk de daxuyaniyekê li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişlo dide, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Şêniyên kantona Kobanê cenazeyê hejmarek şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Dîclayê oxir dikin, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Şêniyên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê li gundê Ziyar bi meşekê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar dikin, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Hejmara îmzeyên ku partiyên siyasî yên taxa Şêxmeqsûd ji bo vegera şêniyên Efrînê li warên wan gihişt derdora 19 hezar îmzeyî. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Bazirganên bajarê Hesekê piştgiriya xwe bi pêngava boykotkirina kelûpelên Tirkî re diyar kirin û got: "Her kesên ku kelûpelên Tirkî bi kar bînin destê wan di qetilkirina gelê Sûriyê de heye." (BI WÊNE Û DÎMEN).
DOSYA
- Dewletên Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriye ku di navbera wan de nakokiyên nayên çareserkirin hene lê li dijî Kurdan û li ser Kurdan polîtîkayên hevpar dixwazin bi pêş bixin û rastiyê berovajî bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).
POLÎTÎKA
- Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber Hemdan El-Ebid eşkere kir ku wan navên çeteyên DAIŞ`ê yên ku li rex artêşa Tirk a dagirker êrişî herêmê kirine belge kirine û got binpêkirinên çeteyên Tirkiyê mîna yên DAIŞ`ê ne.
-Şêxên eşîrên Reqayê piştgiriya xwe ya bi QSD‘ê re anîn ziman û gotin destûra ku nûnertiya îradeya pêkhateyên gelê Sûriyê nake qebûl nake.
CIVAK Û JIYAN
- Di nava malbatên koçber ên di dibistanên Hesekê de gelek zarokên astengdar hene. Azarên koçberan li gel xemsariya rêxistinên mirovî a ji rewşa wan zêdetir dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).
ÇAND Û HUNER
- Ev 5 rojin 1’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Navnetewî ya Silêmaniyê berdewam dike. Li pêşengehê eleqeyek mezin ji parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan û pirtûkên Sakîne Cansiz hebû. Xwendekaran, serdana weşanxaneyên Bakur û Rojhilatê yên beşdarî pêşengehê bûyîn kirin û piştgirî dane wan. (BI WÊNE Û DÎMEN).
ANHA