- Pêşveçûnên qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê çemê Firatê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemên a Berxwedana Serdemê, çalakiyên ku bi armanca piştgiriya ji bo Efrînê têne lidarxistin, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

Meclîsa Jinên Sûriyê têkildarî binpêkirina dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li Efrînê daxuyaniyekê ji bo çapemeniyê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Rêjîma Sûriyê û çeteyên DAIŞ‘ê bi sponseriya Rûsya li hev kirin, li gorî lihevkirinê çeteyên DAIŞ‘ê dê biçin bejahiya Sûriyê (Badiya).Di heman demê de, Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê Çemê Firatê ji çeteyên DAIŞ‘ê didome. Li Tirkiyê jî di encama polîteyên şaş ên Erdogan kirza aborî kûr dibe û lîreya Tirkî têk dike. (BI WÊNE).

JIN

- Endamên Kongra Star a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê diyar kirin ku destdirêjiya dagirkeriya Tirk û komên çete yên girêdayî wê li dijî jinên Efrînê bê exlaqiyeke mezin û qirêj e. Her wiha diyar kirin ku ew amade ne berxwedana xwe heta rizgarkirina Efrînê berdewam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dapîra bi navê Ewaş dema ku ji Efrînê hate koçberkirin xwîşka xwe winda kir û bi tena xwe li gel nexwşiyên xwe li herêma Şehba jiyan dike. Kongra Star xwedî li Ewaş derdikeve û konek jêre peyda kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Companiya Pêşxistina Çandiniya Civakî  (KPC) ya kirîn û firotina genim diyar kir ku ji bo îsal nih 100 hezar ton genim di destê wan de heye. Her wiha plan dikin ku 250 hezar tonên din  jî bikirin. Di çarçoveya tedbîrên salê de, ew ê  jî bo 6 mehan ard bikirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Bajarê Tebqayê yek ji bajarên Sûriyeyê yên nû ye û piştî avakirina Bendava Firatê li aliyê rastê yê çemê Firatê hate avakirin û di destpêkê avakirina bajêr de karker û karmendên bendavê têde bi cih bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Meclîsa Sivîl a Dêrazorê ku di îlona sala derbasbûyî de hate avakirin ji bo xizmeta welatiyan gelek gavên girîng pêk anîn. Meclîsê ji bo pêkanîna xebatan komîteyên girêdayî xwe ji bo rêveberiya bajarok û gundên bi destê QSD'ê ve hatin rizgarkirin, saz kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mûdîriyeta Parastina Xwezayê ya Hêrêma Cizîrê wekî gavaek ber bi pêşxistina sîstema ekolojyayê ve deverên xweazî li herêmê berfireh dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA