NAVENDA NÛÇEYAN

Şeriq El-Ewset: Li bajaroka Baxozê şerên kolanan di navbera Hêzên Sûriyê Demokratîk û DAIŞ`ê de

Rojnameya Şeriq El-Ewset bal kişand ser şerê QSD`ê li dijî DAIŞ`ê û got:”Li bajaroka Baxoza Jorîn a rojhilatê Çemê Firatê ya bejahiya bakur a Dêrazorê ya girêdayî navçeya El-Sûse ya nêzî sînorê Iraqê, endamên rêxistina DAIŞ`ê bi awayekî xurt li cihê xwe yê herî dawî şer dike.

Piştî 500 metirî hebûna endamên rêxistinê diyar dibin, dema ji cihekî diçin cihekî tevgera wan diyar e, şer niha li hundirê taxên rojhilat ên bajarok rû dide. Fermandariya QSD`ê jî sedema derengmayîna bidawîbûna şer, sparte hebûna sivîlan li eniyên pêş ên şer.”

Berpirsê Buroya Ragihandinê yê QSD`ê Mustefa Balî got:”Heta niha 500-600 endamên DAIŞ`ê tevî bi sedan sivîl li hundir taxên dorpêçkirî de hene. Endamên rêxistinê ji çar aliyan ve hatine dorpêçkirin. Di her du mehên derbasbûyî de, piraniya endamên DAIŞ`ê yên ku xwe li Baxozê radest kirine û piştre hatin girtin, bi eslê xwe biyanî ne. Tê payîn ku endamyên mayî jî biyanî bin.”

El-Heyat: Rûsya û Tirkiyê beriya Lûtkeya Soçî li ser pêkanîna ewlehiyê li Idlibê lihev kirin

Têkildarî rewşa Idlibê, rojnameya El-Heyat got:"Beriya sê rojan ji lûtkeya serokên garantiya Astane li Soçî ya başûrê Rûsya, Tirkiyê û Rûsya peywendiyên xwe yên leşkerî û ewlehiyê zêde kirin û gihîştin lihevkirinê. Ev lihevkirin wê pêşkêşî rayedarên her du welatan û Îranê werin kirin.

Ji aliyekî din ve jî, şerê bidawîkirina cihê herî dawî yê rêxistina DAIŞ`ê ya li rojhilatê Firatê dewam dike. Fermandariya Leşkerî ya Navendî ya Amerîkî Joseph Votel got tê texmîkirin ku welatê wî di van çend hefteyan de, dest bi xwe vekişandina ji Sûriyê bike, lê dema vekişandinê bi rewşa li ser erdê ve girê da.

Şeriq El-Ewset: Nîşaneya operasyoa Rûsya-Tirkiyê li Idlibê derketin

Her wiha têkildarî mijara Idlibê, rojnameya Şeriq El-Ewset got:”Piştî Mosko ragihand ku Wezîrê Parastinê yê Rûsya Sergei Shorego û hempîşeyê wî yê Tirkiyê  Hulusi Akar  duh li Enqerê li ser pêkanîna istiqrara rewşa li Idlibê lihev kirine, nîşaneyên piştgiriya Rûsya ji bo operasyoneke leşkerî ya bi sînor li bakur-rojavayê Sûriyê derketin. Ev yek jî, beriya lûtkeya Rûysa-Tirkiyê-Îranê li Socî ku wê roja Pênşemê ji bo nîqaşkirina rewşa Idlibê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî vekişîna Amerîka were lidarxistin, pêk hat.”

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlüt Çavuşoğlu ragihandibû ku Mosko pêşniyar kiribû ku Rûsya û Tirkiyê operasyoneke hevbeş ji bo derxistina tundrewan ji Idlibê, lidar bixin, lê Enqere ev operasyon red kiribû.

Lubnan

Têkildarî rewşa li Lubnanê jî, rojnameya El-Ereb got:”Wezîrê Karê Karê Derve yê Îranê Mihemd Cewad Zerîf, di roja duyemîn a serdana xwe û dawî de, bi Serokê Lubnanê Mêşil Ewn, Serokwezîr Seed El-Herêrî û Wezîrê Karê Derve Cubran Basîl re hevdîtin pêk anî û pêşniyarên destekdayîna aborî û leşkerî pêşkêş kir.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê jî, rojnameya El-Heyat got:”Serokê Partiya Um Sûdanî a muxalif Sadiq El-Mehdî teqez kir ku dema guncav hatiye ku guhartin werin çêkirin û sîstema demokrtîk pêk were.”

Filistin

Têkildarî rewşa Filistinê jî rojnameya El-Ereb got:”Yek ji rêveberên Teyar El-Islah a girêdayî Tevgera Fetih a Filistinî Mihemed Dehlan got kongreya Warsaw ku tê payîn roja çarşemê û pênşemê li paytexeta Polisha were lidarxistin, xizmeta doza Filistînê nake.”

Tirkiyê

Her wiha rojnameya El-Heyat  behsa rewşa Tirkiyê kir û got:"Wezîrê Karê Derve yê Misrê Samih Şukrî got ew derbarê rola Tirkiyê li hin dewletên Efrîqiya û taybet Lîbiya, bi fikar e.

Iraq

Rojnameya Şeriq El-Ewset behsa mijara Iraqê kir û ev tişt got:"Li parlamentoya Iraqê,  ji ber nebeşdarbûna rêveberê biloka Wetenî Iyad Elawî di civînên Qanûnsaz de, alozî di navbera biloka Wetenî û Serokê parlamentoyê Mihemed El-Helbosî de heye.”

Yemen

Rayedarên ji hikumeta Yemenê, ji rojnameya El-Heyat re gotin:"Hevpeymana Stockholmê piştî ku Hûsiyan hemû xalên hevpeymanê red kirin, di rewşeke xerab de ye.”

(kc)