QAMIŞLO

Yekîtiya Ragihandina Azad û Meclisa Bilind a Ragihandinê bi armanca nîqaşkirina mekanîzemeya xebatên Meclisa Bilind a Ragihandinê û qanûnên ragihandinê platformaya danûstandinê organîze kir.

Pilatform li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hate lidarxistin.

Bi dehan rojnamevanên ji Rojava û Bakurê Sûriyeyê, endamên Meclisa Bilind a Ragihandinê û Hevserokên Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Yûsif û Sîpan Can di platformê de amade bûn.

Meclisa Bilind a Ragihandinê gelek mijarên girêdayî karê ragihandinê, mekanîzmeya çareserkirina pirsgirêkên wan ên di kar de derdikevin nîqaş kir.

Meclisê bend û biryarên girêdayî rûxsetkirina saziyên çapemeniyê, sedemê kişandina ruxsetkirinê, qanûnên ragihandinê, her wiha asta pêkanîna biryaran şîrove kir.

Di formê de, rojnamevanan derbarê pirsgirêkên ku li pêşiya karên wan rast tê, nasnameya rojnamevanan û girîngiya rola Yektîtiya Ragihandina Azad di çareserkirina pirsgirêkan de nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.

ANHA