QAMIŞlO

Beriya kêliyekê çalakiyên kongra duyemîn a ciwanên Rojava di bin dirûşmeya  "Bi tekoşîna ciwanên şoreşger em ê sûriyeke azad û demokratîk ava bikin" dest pê kir, piştî deqeyeke rêzgirtinê endamê Koodînasyona giştî ya ciwanên Kurdistanê Ronî Baz axivî û wiha got:"Kongra duyemîn a ciwanên Rojava wê bibe bersiva hemû gef û êrîşên ku dagirkeriya Tirkiyê û hin dewletên din li ser hemû Kurdistan û bi taybet gelê Kurd, pêk tîne."

Baz got "Bi destpêka şoreşa Sûriyê re  yekitiya ciwanên Rojava hate damezirandin û bû saziyeke berfireh li Kurdistanê, bi dehan ciwanan cihê tê de girt, dema ku em hejmareke mezin a ciwanan dibînin em dighêjin encameke baş. Em kongra duyemîn li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû şehîdan pîroz dikin û tekez dikin ku hemû pêşketinê ku ji aliyê ciwanan ve hatin bidestxistin berhemên fikr û felsefeya Ocalan e".

Ronî da xuya kirin ku beriya çend rojan Amerîka biryarek di derheqê 3 pêşengên gelê Kurd da û wiha got:"Em ji hemû kes ku gefan li gelê Kurd re  dixun dibêjin ku hûn naxwazin Kurdistaneke azad ava bibe û çareseriyê ji aloziya Sûriyê re naxwazin, yên ku biryaran derdixînin ew bi xwe yên ku Kurdistan parçe kirin û komkujiyan di derheqê gel de pêk tînin."

Ronî Baz di nava axaftinên xwe de wiha got:"Hin dewletên herêmî di Efrîn, Kobanê û Cizîrê û hin herêmên din ên Kurdistanê de hêza ciwanan tecrube kirin, bi çavên xwe berxwedana ciwanan dîtin, em ji ti êrîşan li ser gelê Kurd re bêdeng namînin."

Baz got "Li Efrînê hemû ciwanan bi yek destî li hemberî dagirkeriya Tirkiyê sekînin li Kobanê jî wiha, li herêmên din ên Sûriyê jî em bi yek destin û ti hêz nikarin gelê Rojhilata Navîn ku zarokên wê ji bo rizgarkirina gelan û Kurdistanê canê xwe feda kirin, bin pê bikin." 

Baz bang li hemû ciwanên Rojava kir ku tev beşdarî  avakirina rêveberiyeke li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bibin,  her wiha cihê xwe di nava QSD‘ê de bigirin."

(jo)

ANHA