ŞAM

Duh li qada Parêzgehê dewriyeyeke asayîşa leşkerî ya Rûsyayê hate dîtin. Ev qad yek ji qadên sereke ên bajarê Şamê ye. Armanca derxistina vê dewriyeyê jî ew e ku rê li pêşiya diyardeyên pêxwasiyê were girtin, nemaze rê li pêşiya revandina welatiyan û danûstandinên xirab bi welatiyan re bigire.

Asayîşa leşkerî ya Rûsyayê di van du rojên dawîn de gelek bendên kontrolê ji nav bajarê Şamê rakirin. Li devera Dumer 3 bendên kontrolê hatin rakirin û 3 bendên din ên kolana Bexdad, Rûkindîn û Îbin Nefîs rakirin.

Bi vê gava Rûsyayê diyar dibe ku serweriya xwe li ser hemû aliyên dewleta Sûriyeyê ferz dike, nemaze li ser artêş, hikumet û ewlehiyê. Li gorî hin nûçeyan jî Rûsya hewl dide gelek navendên ewlehiyê betal bike, bêyî ku li tu aliyan vegere.

Belavbûna leşkerî ber bi parêzgeha Deraa ve hê jî zêde dibe, artêşê hemû hêsanî pêşkêşî hêza Suhêl El-Hesen ku bi navê El-Numir tê nasîn, kirin. Ev hêz jî bi xwîndariya xwe li eniyên şer navdar e. Her wiha tabûrên nû û hêzên parastina niştimanî yên ku nû hatine avakirin, ber bi Deraayê ve hatin şandin.

(jh/ew)