NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Reqayê 4 teqîn pêk hatin

Rêveberiya Xweser bersiva tewanan da

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi delîl û îsbatan bersiv da tewanên koma navê "Hevbendiya eşîr, beşê rewşenbîr û civakî" li xwe dike, ya ku QSD û Rêveberiya Xweser bi pêkanîna binpêkirinên li dijî pêkhateyan tewambar dike.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dauxuyaniyekê bersiva tewanên koma ku navê "  Hevbendiya eşîr, beşê rewşenbîr û civakî" li xwe dike da. Rêveberiyê bi delîl û îsbatan tewamên vê komên yên li dijî QSD û rêveeriyê de derewand.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojihlatê Sûriyê di daxuyaniyê de bal kişand ser destwerdan û binpêkirinên dermirovî yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tewanên li dijî Rêveberiyê Xweser û MSD‘ê û.

Rêveberiyê got: "Di demekê de ku dagirkeriya Tirk a ku destekê dide projeya terorê li Sûriyê gavên xwe di Sûriyê de zêde dike komeke  bi navê hevbendiya eşîr, beşê çandî û civakî û hêzên ku îdiaya şoreşgerî dikin tewamên ku ji rastiyê dûr in davêjin Rêveberiya Xweser û QSD."

Rêveberiyê diyar kir ku rêveberî her pêşniyar û têbiniyeke aqilane ku yên divê xizmeta Sûriyê û gelê wê hembêz dike û got,: "Em we agahdar dikin ku rapora ku koma navborî daye, qet ne rast e û tu carî xizmeta Sûriyê û berjewendiyên gelê Sûriyê nake."

‘ARMACNA TEWANAN, ÇAVAN LI SER SÛCÊN TIRKIYÊ YÊN LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ BIGIRE‘

Rêveberiya Xwesesr di dewama daxuyaniyê de diyar kir ku koma ku van tewanan davêje girêdayî komeke ku li Tirkiyê dimîne û ev tişt diyar kir: " Tirkiyê bi rêya saziyên xwe yên taybet  vê komê  ji bo pêkanîna armancên xwe yên di Sûriy de bi kar tîne. Da ku çavan li ser binpêkirinên xwe yên li Sûriyê bigire, ji ber vê yekê tewanên re rast davêje da ku fitine û nakokiyan li herêmê biafirîne, her wiha da ku her hewldaneke niştimaniyê ya ji bo avakirina pêşerojeke sûrî û demokratîk reş bike  û ewlehiya herêmê têk bibe."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha got: "Ji bingehê pêwîstiya diyarkirina vê mijarê û ji bo raya giştî ya cîhanê neyê xapandin em bi delîlên şîber ku li ser erdê pêk tê nerastiya van îdiayan red dikin. "

Rêveberiyê diyar kir Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka hatiye damezirandin qanûn danîne ku li gorî wê rêzdarî ji hemû gel, ol û mezheban tê ferzkirin û wiha domadn : "Rêveberiya Xweser dest nade yekitiya gel û xaka Sûriyê, berovajî wê rêveberî xwedî projeyeke guncaw e, xwe dispêre modeleke kasîkî, navendî di rêveberiyê de, cara yekem di dîroka Sûriyê de projeyea Rêveberiya Xweser mafê biryar û rêveberiyê dide hemû pêkhateyan ku li gorî wê bikeve xizmeta çand, dîro, jiyana hevbeş û biratiya gelan."

Rêveberiya Xweser her wiha bal kişand li ser mekanîzeya xweparastinê û diyar kir ku, Çanda xweparastinê bingeha sereke di aliyê leşkerî û civakî de ye, QSD‘ê ya ku 10‘ê Cotmeha 2015‘an hatiye avakirin sîwana hemû hêzên leşkerî ye, Ereb, Kurd, Suryan, Ermen cihê xwe di nav vê hêzê de dikirin û ferehiyeke mezin û stratejîk ji rêxistina terorîst rizgar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate domadnd: "Tiştên ku derheqê QSD‘ê de tê qalkirin û îdiayên li hemberî wê ku komkujî li dijî pêkhateyekê pêk aniye, ev hemû tewan in, armanc jê têkoşîna vê hêzên reş bikin. Wekî tê zanîn vê hêzên aramî li herêmê û tevahî cîhanê pêk anî. QSD‘ê di oxira vê yekê de zêdeyî 11 hezar şehîd, 25 hezar birîndar û bi sedan gazî daye. Gelek alî yên ku qaşo îdiaya yekitiya Sûriyê û parastina gelê wê dikin di parastina vî gelê de têk çûn, ji ber vê yekê tewanan davêjin vê hêzên û wê teşîr bikin da ku bi şîarên şoreşa Sûriyê kiryarên xwe yên ku li dijî gelê Sûriyê de pêk anîne, wekî binpêkirin, qirkirina, kuştin û guhertina demografîk mîna rewşa li Efrîn, Idlib, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din binuxumînin, bêyî ku pêşeroja gelê xwe di ber çavan re derbas bike.

Deriyê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji her kesên bi bixwazin teqez bikin û rewşê bişopînin vekirî ne.  Di rastiyê de ev herêmên ne mîna herêmên din li gelemperiya erdîngariya Sûriyê ne, lê ev nayê wateya parçekirina yekitiya Sûriyê. Ya girîng ji bo me ew e ku komên li ser Tirkiyê têne hesibandin hewl didin dagirkeriyê li Sûriyê pêş bixin û Sûriyê parçe bikin. Dîsa mijara leşkerkirina zarokên biçûk qet ne rast e. QSD‘ê bi peyama ku di hezîrana 2019‘an de bi NY‘yê re di Cinêvê de îmze kiriye pabend e. Deste hene ku vê yekê peymanê dişopînin, heta niha tu binpêkirinên qeyd nekirine."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojihlatê Sûriyê di berdewama daxuyaniyê de bal kişand ser avakirina MSD‘ê û ev tişt diyar kir: "Kongreya Damezîrner a MSD‘ê 9‘ê Kantûna 2015‘an li bajarê Dêrikê yê Bakurê Sûriyê hate lidarxistin. Di vê çarçoveyê de MSD‘ê armancên xwe diyar kir ku li gorî wê wekheviya di navbera hemû Sûriyan de esas digire û hewl dide vê yekê di çarçoveya dewleta Sûriyê de pêk bîne.

MSD`ê çarovoeyeke netewî, demokratîk Sûrî ye, ji hêzên civakî, siyasî û kesayetên serbixwe yên ku belgeyên wê pejirandine pêk tê. MSD‘ê ji bo hemû rêxistin û kesayetên serbixwe vekirî ye yên ku berpirsartiya xilasiya Sûriyê û pêkanîna hêviyên gelê Sûriyê di guhertina demokratîk, wekheviya herdu zayendan, edalet, avakirina projeyek niştimanî de hildigirin.

Ji bo vê yekê MSD‘ê li dijî hemû cûre tundraw têkoşîneke domdar dimeşîne. Rêveberiyên sivîl û xweser ên ku bingeha pergala siyasî ya demokratîk danîne rêgeza ne navendîbûnê diyar dike ku serxistina projeyeke geşbûnê li tevahî welat mîsoger dike û rêgezên cûdakarî û desthilatdarî red dike.

Her wiha MSD‘ê lêveger û sîwana siyasî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD‘ê ye, erka MSD‘ê pêkanîna diyalogan e, çarseriya siyasî ya bi rêya diyalogan tekane rêya xilasiya welat û pêkanîna hêviyên gelê Sûriyê di azadî û demokrasiyê de dibîne."

REWŞA PERWERDEYÊ

Rêveberiya Xweser di berdewama daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa perwerdeyê li herêmên rêveberiyê û got: " Ji destpêka damezirandinê ve berpirsên qada perwerdeyê cûdabûna civakê danîn pêşiya çavên xwe, meteryalên perwerdeyê ya nûjen danîn, li gorî wê rêz ji hemû gelan re tê girtin, her wiha sîstemek bi zimanên Kurdî û Erebî û Suryanî danîn, da ku her zarokek bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibe."

Rêveberiyê destnîşan kir ku komên ku bang li civaka navnetewî kir ya ku dibêjin meteryan li ser civaka Ereb hatiya ferzkirin, ne rast e, ji ber ku li herêmên ereban sîstema perwerdeya xweser tê meşandin a li gorî Unicef hatiye diyarkirin, bi taybet li herêmên Dêrazor, Reqa, Tebqa û Minbicê."

WEKHEVIYA HERDU ZAYENDAN

Rêveberiya Xweser diyar kir ku: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşxistina rola jin di civakê de û desteka bi jinan re da ku zulma di hemû aliyan de li ser wê hatiye ferzkirin bi taybeet di qada qanûnî an civakî de, kedeke pê hempa dide. Ji bo pêkanîna vê yekê rêveberiyê navendên taybet ên piştgiriya jinan ava kirin û xizmeta pêwîst jê re pêşkêş kir da ku wê ji tundiya malbatî biparêze. Her wiha qanûnên parastina jinan û  dozên mîras, zewac, berdan û xwedîkirina zarokan danîn, Ev qanûn li es esasê wekehviya herdu zayendana hatine danîn. Li aliyekî din jinan di qada leşkerî de roleke pêşeng lîstin, beşdarî şerê li dijî rêxistina DAIŞ û hemû rêxistinên terorîst bûn ên ku hewl dan ewlehiya herêmê têk bibin."

HERÊMÊN RÊVEBERIYA XWESER SPARTGEHA KOÇBERAN E

Di daxuyaniyê de hate gotin ku tevî bi salan li djiî herêmên Rêveberiya Xweser êriş ji aliyê rêxistina DAIŞ û rêxistinên din ên terorîst û artêşa Tirk a dagirker ve hatin kirin, lê herêmên Rêveberiya Xweser  bibû spargeha hemû sûriyian ên ji ber zulma komên terorîst ên girêdayê dagirkeriya Tirkiyê an ku zluma saziyên ewlehiyê yên rejîmê revîn.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku beriya Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û komên girêdayî rêxistina El-Qaîde ve were dagirkirin bibû spargeha zêdeyî nîv mîlyon Sûrî ku piraniyan wan Ereb bûn.

Her wiha hate destnîşankirin ku bi dijwariya şerê li Idlibê yê navbera rejîmê ya desteka xwe ji hêzên Rûsya û Îranê digire ji aliyekî ve û komên opozisyonê û Heyet Tehrîr El-Şam (Rêxistina El-Qaîde" ya destaka xwe ji Tirkiyê digire ji aliyekî din ve, Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew amade ye pêşwaziya sivîlên ji Idlibe bike û wan biparêze, li ser vê yekê pêşwaziya bi hezaran kir û pêwistiyên wan bi cih anî.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiya daxuyaiyê de got: "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di salên borî de tevahî destek da qadên perwerde, fêrkirin, jin û zarok, her wiha ji bo bilindkirina asta zanebûnê li gel welatiyan bernameyên berfireh bi rêve bir. Di heman demê de destek da ji bo ku her yek bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibe û çand û kevneşopiya xwe bi pêş bixe.

Rêveberiya Xweser tu netw li ser yên din negirtiye. Rêveberî li ser rêgezê biratiya gelan, tunekirina netewbûna teng û nejadperestiyê ava bûye.

Li herêmên Rêveberiya Xweser hemû dezgehên ragihandinê bi zimanên cûda dixebitin, bernameyên xwe di nava xelkê de bi azadî diweşînin bêyî ku saziyêên Rêveberiyê Xweser destwerdanê bikin. Rêveberê tenê di mijarên girêdayî desteka bi terorê, belavkirina nefretiyê, heqaret û dijberiya pêkhateyan dikare destwerdanê bike.

Hemû pêkhate bi azadî bi nasnameya xwe tevdigere, bêyî ku tu kes astengiyan derxîne.  Di dema dagirkirina DAIŞ‘ê de û li herêmên ku Tirkiyê û çeteyên wê dagirkirine rewş berovajî vê yekê. Gel meylî Rêveberiya Xweser dibe, destekê didin rêveberiyê û bernameyên wê. Di saziyên vê rêveberiyê de ku xwe dispêre azadî û biratiya gelan her kes xwe azad dibîne. Rêveberiya Xweser îsbat kir ku rêveberiyeke demokratîk e ji her kesî re, ne girêdayî beş an etnîkekî ye."

ANHA


Mijarên Din