NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî (Amnesty International) dewleta Îmarat û hêzên Yemenê yên hevkariya wê dikin tawanbar kir ku girtî di girtîgehên veşartî li başûrê Yemenê de îşkence kirine û got ku divê lêpirsîna vê yekê pêk were ji ber ku ev kirinên wan sûcekî şer e.

Rêxistinê di daxuyaniyekê de ku îro hatiye derxistin, diyar kir ku bi dehan kes bi darê zorê hatine revandin piştî ku hêzên Îmarat û Yemenê hemleyeke girtinê daye destpêkirin.

Rêxistinê diyar kir ku lêpirsînek ji Adara 2016'an ve heta Gulana 2018'an li parêzgehên Eden, Lehc, Ebyen, Şebwa û Hezremût ên başûrê Yemenê pêk hatiye û di encamê de îşkence bi awayekî berfireh hatiye belgekirin ku li navendên Yemen û Îmaratê rêbazên îşkenceyê yên cuda hatine bikaranîn.

Rêvebera bernameya bersivdayîna aloziyan a di rêxistinê de Tîrana Hesen wiha got: "Diyar e Îmarat ku di rewşeke ne zelal de li başûrê Yemenê dixebite, pergaleke ewlehiyê li derveyî çarçoveya qanûnî bi cih kiriye û li gorî wê destdirêjiyên bêsînor pêk tên."

Hesen di axaftina xwe de got ku divê ev kirinên wan bêne lêpirsînkirin û wek sûcên şer bêne dîtin.

Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî banga bilindkirina asta xebatan kir, da ku agahiyên bi dest xwe ve anîne bêne mîsogerkirin û rayedarên Îmaratê û hevkarên wan li gorî qanûnên mirovahiyê bêne cezakirin.

Îmaratê jî ji aliyê xwe ve ragihand ku agahiya wê ji girtîgehên veşartî tune ye û ev îdiayên li dijî wê û hevkarên wê li Yemenê derewandin.

Desthilatdariya Îmaratê bi daxuyaniyekê rapora Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî bersivand û got ku Îmarat ji hikumeta Yemenê xwestiye ku lêpirsîneke serbixwe girêdayî mijarê pêk bîne û wiha hate gotin: "Îmarat bawer dike ku ev rapor armanceke wê ya siyasî heye da ku xebatên Koalîsyona Erebî ya alîkariya bi hikumeta Yemenê re sînordar bike."