QAMIŞLO

Îro yekemîn salvegera şehadeta herdu nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed e. Herdu nûçegihan di 12'ê Cotmeha 2017'an de di encama teqîna siwareyeke bombekirî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li gundewarê Hesekê şehîd bûn. Bi vê boneyê hevrê û malbata şehîd Hogir Mihemed mersîmek lidar xistin. Di merasîmê de gelek rojnamvevan û nûçegihanên dezgehên çapemeniyê beşdar bûn. Di merasîmê de her wiha hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad Sîpan Can û Evîn Mîrza beşdar bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre yek ji rêveberên ajansa me ANHA'yê Dilşad Cûdî axivî û behsa têkoşîna hersê şehîdan Hogir, Dilîşan û Rizgar Denîz kir û got ku van şehîdan rewşa koçberan ku ji hovîtiya DAIŞ'ê û rêjîma Sûriyeyê direviyan dişopandin û li ser riya rastiyê xebatên xwe didan meşandin.

Cûdî di axaftina xwe de wiha anî ziman: "Di encama têkçûna van hêzên tarî ku nikaribûn xwe li hemberî serkeftinên şervanan ragirin, bi rêbaxên qirêj û siwareyên bombekirî êrîşî koçberan dikirin û welatiyên sivîl armanc digirtin. Her wiha armanca van hêzên tarî ya sereke nûçegihan bûn da ku rastiya hovîtiya wan nehê eşkere kirin. di encamê de sê nûçegihanên ajansa me şehîd bûn."

Cûdî behsa kesayeta herdu şehîdan Hogir Mihemed û Dilîşan Îbiş kir û wiha domand: "Şehîd Dilîşan nûnertiya jina azad di çapemeniya kurdî de dike. Şehîd Hogir Mihemed jî nûnertiya mirovê berxwedêr û azad li ser riya rastiya gel dike û her du li ser vê riyê gihîştin asta şehadetê."

Dilşad Cûdî di dawiyê de soza şopandina riya şehîd Hogir Mihemed û şehîd Dilîşan Îbiş û şehîd Rizgar Denîz da ku dê têkoşîna xwe li ser riya zelalkirina rastiya şoreşa Bakurê Sûriyeyê bidomînin."

Piştre Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad Sîpan Can axivî û wiha got: "Li ser navê Yekîtiya Ragihandina Azad em sersaxiyê ji hemû rojnamevan û ajansa ANHA'yê û hemû gelê xwe re dixwazin. Sîpan Can got ku pêngava ku Hogir Mihemed û Dilîşan Îbiş û Rizgar Denîz têde şehîd bûne, niha ev pêngav li ber dawîbûnê ye û teror dê were tunekirin û wiha domand: "Em niha dibînin ku azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê tê binpêkirin. Tirkiye bi hemû hêz û derfeta xwe hewl dide hovîtiya xwe ji cîhanê veşêre. Divê em lehegiya şehîdên çapemeniyê ji bîr nekin. Em ji gelê xwe re dibêjin ku em ti carî kamîreyên wan li erdê nahêlin û em ê şopdarên riya wan bimînin."

Di merasîmê de bavê şehîd Hogir Mihemed, Feysel Mihemed axivî û wiha got: "Ez bi şehadeta kurê xwe serbilind im. Paya şehadetê nabe para her kesî û ji bo azadiyê divê em canê xwe feda bikin"            .

Di dawiyê de Feysel Mihemed sersaxî ji gelê Kurd û hemû rojnamvevanan re xwest.

ANHA