QAMIŞLO

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo civîna gel lidar xist. Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen di civînê de axivî û got rêjîma Sûriyê û komên navê opozisyonê li xwe kirine ji roja yekem a şoreşê ve di riyên leşkerî de israr kirin û ev tişt anî ziman: "Di encamê de bi hezaran welatiyên Sûriyê hatin kuştin, her wiha bi milyonan jî koçber bûn. Di heman demê de binesaziya heêrmê hate ruxandin. Me li Bakurê Sûriyê civaka xwe li ser rêgezên demokratîk di aliyê siyasî, leşkerî û aborî de xwe birêxistin kir."

Şahoz Hesen di berdewama axaftina xwe de jî bal kişand ser dewleta Tirk û şerê wê yê li dijî gelê Sûriyê û wiha dom kir: "Dewleta Tirk bi hemû rêbazan şerê tekoşîna gelê Sûriyê ya ji bo azadî û demokrasiyê tê kirin, dike. Erdogan texmîn dike ku ew di serdema Osmaniyan de jiyan dike. Wî jibîr kiriye ku gelê Sûriyê wekî Ceml Başayê Sefah li Erdogan dinere. Gelê Sûriyê dê tu carî dîroka Osmaniyan ku wêranî, kuştin û nezanî bi ser herêmê de anî. Êrîşa li dijî Efrînê nîşana herî ber bi çav a wê yekê ye. Di êrîşa xwe de koçberên ji Idlib û Helebê beriya  kurdan qetil kirin."

Hesen di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku tiştê li Sûriyê pêk tê, di encama itîfaqên herêmî û navdewletî de û rewşa Deraa bi van gotinan bibîr xist: "Tiştê li Deraayê dibedi encama itîfaqa di navbera Rûsiya  Israîlêp de pêk hatiye. Armanca wan ji van itîfaqan parastina sînorê Îsraîlê ye."

Derbarê îdayên têne kirin ku di di navbera Rêveberiya Xewser û û rêjîma Sûriyê de itîfaq heye jî Şahoz Hesen wiha got: "Heta niha bi armanca çareserkirina doza Sûriyê, tu danûstendina Sûrî-Sûrî pêk ne hatiye.Em bi danûstendinê re ne, em amadene destpê bike. Dema em danûstendinê qebûl dikin, ev tê wateya ku em di asta Sûriyê de hêzek in."

Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen di dawiya axaftina xwe de jî bersiva pirsên mamosteyan a derbarê destûra nû ku Rûsiya ji bo pêşeroja Sûriyê behsa wê dike kir û ev tişt anî ziman: "Me di hevdîtinên xwe ya bi hemû aliyan re tekez kir ku em amadene beşdarî amadekariya destûra nû ku di xizmeta gelê  Sûriyê de bibin. Çi destûra b ê beşdarbûna nûnerê hemû gelê Sûriyê dê tê wateya ku ji 30 ji sedî gelê Sûriyê re re tu qîmetê neke."

ANHA