GIRÊ SPÎ

Şande li navçeya Girê Spî ji hêla hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid, cîgira hevserokatiyê Êlîzebês Gewriyê, seroka Desteya Jinan Cîhan Xidro û hevseroka  Desteya Parastinê Cîhan Şêx Ehmed ve hate pêşwazîkirin.

Serdana çandeyê bi armanca naskirina tecrubeya jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rola wan y ya ku rolek çalak di rêvebirina civakê û hemû warên jiyanê yên sivîl û leşkerî de pêk hat.

Hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid ji şandeyê re rewşa jin  li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rola wê di rêvebirina civakê  û asta  rêxistinbûyîna wan şîrove kir.

Her wiha Bêrîvan pergala hevserokatiyê ya Rêveberiya Xweser a ku weke tecrubeyek serkeftî ji bo bi cihanîna wekhaviyê di navbera jin û mêr de di rêvebirina civakê de tê hesbandin destnîşan kir.

Di nîqaşan de endamên şandeyê teqez kir ku jin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe dikarîn xwe bi rêxistin bikin û gotin di jinan di her qadan de roleke pêşeng dilîzin.

Her wiha şandeyê piştrast kir ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku mafên xwe bidest xistiye, ji jinên tevhaiya cîhanê re bûye mînak.

Tê zanîn ku şandeya Elman duh serdana Meclisa Sivîl a Reqayê û saziyên wê yên sivîl kiribû.

(şx)

ANHA