FECIR EL-XALID / REQA

Piştî rizgarkirina Reqayê, Şaredariya Gel a girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê, pêngava paqijkirina bajêr ji bermahiyên DAIŞ'ê didomîne.

Şaredariya Gel bi armanca zêdekirina hejmara karkerên xwe bi koordîneya Buroya Kar a Meclîsa Sivîl a Reqayê, ji bo 40 ajokarî yên ku berê daxwaznameyên xebitandinê pêşkêşî buroyê kiribûn, ezmûnên çêkir.

Komîteya ezmûnan ajokaran ezmûnên teorîk û pratîkî derbarê ajokariyê ji ajokaran re çêkir.

Encamên ezmûnan piştî Cejna Remezanê dê werin eşkerekirin.

Di hevdîtinek bi ajansa Hawarê rêveberiya geraja erebeyan a Reqayê Esed El-Mustefa got:" Me hejmareke tirêks, û qeleb û erebeyên din ji Koaslîsyona Navdewletî wergirtin, paşê di 13'ê hezîranê de me 40 ajokarî xistin ezmûnan. Ajokar di du ezmûnan re derbasûn bûn. Encama ezmûnan piştî cejnê dê werin diyarkirin".

Ajokarê bi navê Mihemed El-Elî spasiya Meclîsa Sivîl a Reqayê kir û diyar kir ku dema ew di ezmûnên de bi serkeve wê bi dilşadî karê xwe bike.

(şx)

ANHA