ŞEHBA

Şêniyên herêma Efrînê ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ku dev ji warê xwe berdin û xwe li kantona Şehbayê bi cih kirin. Binesaziya kantona Şehbayê xirab bûbû û pêwîstiya wê bi sererstkirinê hebû ji ber vê yekê komîteyên şaredariyan dest bi kar û xebatê kirin.

Şaredariya Ehresê ji bo şêniyên gundê Herbel ê navçeya Ehresê jenetor li gund danî û ceyaran ji şêniyan re peyda kir.

Jenetora ceyranê rojane 5 saetan dixebite. Jenetor nêzî 237 malî bi ceyran dike. Her wiha şaredariyê kebleyên ceyranê bêyî ku bereyan ji şêniyan bigre peyda kir.

Di vê çarçoveyê de Endamê Şaredariyê Abdulreham Silêman got ku piştî ku ew ji warê xwe Efrîn derketin tu pêdiviyên jiyanê li gel wan tune bû. Silêman diyar kir ku ew weke xebatkarên şaredariyê hemû pêwîstiyên jiyanê ji şêniyan re peyda dikin û alîkairya wan dikin.

Her wiha Abdulrehman diyar kir ku rojane jenetora ceyranê ji saet 7 – 12 bi şivê dixebite û wiha pêde çû,"Şaredariyê jenetor, kableyên ceyranê û her wiha madeya mazotê bêyî ku pereyan ji şêniyan bigre, peyda kir."

Abdulrehman di dawiyê de got ku tevî derfetên wan ên kêm lê ewê heta dawiê alîkariya şêniyan bikin.

(bx)

ANHA