TELAL HISÊN / HESEKÊ

Bajarokê Mergeda di nava çend salên borî de ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ`ê gelek zehmetî dîtin. Çeteyên DAIŞ`ê 3 salan bajarok xist bin serweriya xwe. Hemû navendên xizmetguzariyê hatin ruxandin, ji warê xizmetê derketin û çeteyan ji xwe re kirin navend.

Di şerê di navbera çeteyên DAIŞ`ê û şervanên QSD`ê de, çeteyan mal mayin kirin û rûxandin. Her wiha binesaziya bajarok hate rûxandin û ji ber wê çop li taxên bajarok kom bû. Piştî ku bajarok ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate rizgarkirin, jiyan hêdî hêdî li bajarok vegeriya. Gelek saziyên sivîl û xizmetguzarî hatin vekirin. Her wiha şaredariya bajarok di 10`ê Tebaxa 2018`an de hate vekirin.

Tevî derfetên kêm û alavan lê şaredariyê gelek projeyên xizmetguzarî pêk anîn û jiyan li bajarok vegerand, bi taybet piştî ku alav ji Desteya Şaredariyan a Kantona Hesekê wergirtin.

Di destpêkê de şaredariyê dest bi rakirina bermahiyên şer ji taxên bajarok kir, her wiha bermahiyên şer ji gundê Keşkeş Cibûr ê ku ji ber şerê li herêmê hilweşiyabû, rakirin. Her wiha şaredariyê bi awayekî demkî dest bi projeya sererastkirina pirên di xeta rojhilat a 30 kîlometre dûrî navenda bajarok kir, da ku rê di navbera xelkê gundan, navçeya Şedadê û bajarên kantona Hesekê de qut nebe.

Stasyona avê tê sererastkirin

Niha jî şaredarî stasyona ava vexwarinê ya bajarokê El-Sebhe sererast dike. Ew stasyon dê avê bide bajarokê El-Sor, bajarokê Mergeda û navçeya Şedadê. Her wiha rêya di navbera gund û xeta rojhilat de îsfelt bike.

Hevserokê Şaredariya Gel a bajarokê Mergeda Elî Hisên diyar kir ku şaredariyê tevî derfetên kêm û alavan jî gelek projeyên ji bo xizmeta şêniyan pêk anîn. Di dawiyê de Hisên bang li aliyê pêwendîdar kir ku sarîcên avê ji wan re peyda bikin, ji ber ku tenê 3 sarîcên wan hene û bi rêya wan avê didin bajarokê Mergeda û gundewarên wê.

(bx)

ANHA