EMÎNE EL-ELÎ / REQA

Ev cejna Remezanê yekemîn cejn di ser bajarê Reqayê re piştî ku ji destên çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin derbas dibe. Di çarçoveya amadekariyên pêşwazîkirina cejna Remezanê de Şaredariya Gel a bajêr buhayên hatûçûnê di navbera herdu aliyên çemê Firatê de erzan kirin. Di hatûçûn û veguhestina pêdiviyan de keşt tên bikar anîn, nemaze ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê hemû pireyên li ser çemê Firatê yên bajarê Reqayê hilweşandine.

Buhayên hatûçûnê li gorî daxwaznameya li ba Şaredariya Gel a bi hejmar /5722/ ku ji Karîgeriya Veguhestinê ve hatiye pêşkêş kirin, hatine erzankirin.

Hevserokê Şaredariya Gel Ehmed Îbrahîm ji ajansa me ANHA'yê re axivî û got ku armanca wan alîkariya bi welatiyan re ye da ku bi hêsanî di navbera herdu aliyên çemê Firatê de biçin û bên.

Welatiya bi navê Hediya El-Hisên a ji bajaroka El-Mensûra spasiya Şaredariya Gel kir û bang li hemû welatiyan kir ku di xebatên şaredariyê de bibin alîkar.

Hediye her wiha bang li aliyên têkldar kir ku di demeke lezgîn de pireyan ava bikin.

ANHA