KOBANÊ

Bi dehan rojnamevan, nûnerên meclisa Malbaten Şehidan û malbata şehîd Dilîşan Îbiş di yekemîn salvegera şihadeta wê de li Goristana Şehîd Dicle ya başûrê bajarê Kobanê, ew bibîr anîn.

Merasîma bîranîn bi deqeyekê rizgirtinê dest pê kir, paşê dayîka şehîd Dilîşan Şemse Mihemed Elî bi xêr hatina mîvanan kir û got ku :" Dilîşan di nava we de dijî hûn hemû li şûna keça min in ".

Her wiha Ajansa Nûçeyan a Hawar daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê nûçegîhana ANHA Jiyan Osman ve hat xwendin.

Daxuyaniya ajansa me wiha ye:

“Şehadet ji berê heta niha weke fedekariya jiyanê ku herî giranbuha li ba mirovan e ji bo azadiyê û pêkanîna armanceke buha tê şîrovekirin. Nemaze ji bo avakirina civakeke nû ku têde her kes azad û wekhev jiyan bikin. Ji ber ku civaka xwedî hişmendî û birêxistinkirî baş nas dike ku jiyan bêyî azadî, wekhevî û edalet bê wate ye, ji ber vê yekê şehîdan bi nirx dibîne ku ji bo civaka wan azad bijî canê xwe feda kirine.

Di şoreşa Rojava de, gelê Kurd bi hezaran şehîd li ser riya azadiyê dane. Her wiha li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên ku xwestin koletî û zordariyê li ser gelên herêmê bimeşînin, têkoşiyan. Di vê çarçoveyê de rojnamevan û kedkarên çapemeniya azad rastiya vê berxwedanê ji hemû gelên cîhanê re ragihandin û li ser riya vê berxwedana pîroz canê xwe fedayî rastiyê kirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo rizgarkirina rojhilatê çemê Firatê di 9'ê Îlûna 2017'an de pêngava Bagera Cizîrê da destpêkirin. Gelek nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yên weke Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed û Rizgar Denîz, li rex şervanan pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê ku çeteyên DAIŞ'ê weke peytexta xîlafeta xwe binav kiribûn, li eniyên şer cih girtin û xwestin bi rola xwe ya rojnamegerî rabin û rastiya berxwedanê û ruyê reş ê DAIŞ'ê û alîkarên wê yên hêzên herêmî û navnetewî ji raya giştî ya cîhanê re eşkere bikin.

Di 12'ê Cotmeha 2017'an de van her sê nûçegihanan rewşa welatiyên sivîl ên ji hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê direviyan dişopandin û tawanên çeteyan belge dikirin. Çeteyên DAIŞ’ê saet di 18:30'an de bi maşîneyeke bombebarkirî êrîş bir ser welatiyên sivîl ên li ser riya Xirafî ya di navbera Hesekê û Dêrazorê de kombibûn. Di encama êrîşê de bi sedan welatiyên sivîl û nûçegihana ajansa me Dilîşan Îbiş li cihê êrîşê şehid bû, nûçegihanên me Hogir Mihemed û Rizgar Denîz jî bi giranî birîndar bûn. Heval Hogir piştî 3 rojan, Heval Rizgar jî 18’ê Kanûnê tevî hemû hewldanên bijîşkan jî şehîd bûn.

Em weke kedkarên Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) di salvegera yekemîn a şehadeta hevrêyên me Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed de, hevrêyê xwe şehîd Rizgar Denîz û hemû şehîdên çapemeniya azad û şehîdên azadiya Kurdistanê bi bîr tînin. Em ê bi baweriyeke mezin riya ku şehîdên me bi xwîna xwe ya zelal avdane bidomînin. Em hêjî geşedanên pêngava Bagera Cizîrê ku ber bi tunekirina DAIŞ'ê li rojhilatê Firatê ve diçe dişopînin.

Rûkeniya li ser rûyê zarokan û dapîran piştî demekê ji bêzarbûnê hatiye nexşandin ku êdî gelê me jiyana xwe ya asayî vedigerîne, hemû destkeftiyên me yên nirxên madî û manewî bi saya xwîna şehîdan pêk hatine. Hevrêyên me canê xwe ji bo eşkerekirina rastiyan feda kirin. Em soza xwe dûbare dikin ku em ê weke çavê rastiyê bimînin û mîrasa çapemeniya azad biparêzin.

Di dema ku em hevrêyên xwe şehîdên çapemeniya azad bi bîr tînin. Dewleta dagirker a Tirkiyeyê êrîşî rojnamevanên Bakurê Kurdistanê dike û herî dawî rojnamevan Abdurrahman Gok, Kîbriye Evren û Semîha Alankuş û  hevalên wan girtine. Zihniyeta dewleta tirk heman zihniyeta DAIŞ'ê ye ku hewl dide gelan kole bike û rastiyan veşêre. Lê ev destdirêjiyên wan wê tû carî me ji riya têkoşîna azadiyê dûr nexe û em ê têkoşîna xwe li ser riya rastiyê bidomînin.

Şehîd namirin.”

Daxuyanî bi silogana " Şehîd Namirin " bi dawî bû.

(şm-sn)

ANHA