HESEKÊ

Bi Sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê cenazeyê şervanê QSD`ê Delîl Qido (Heqî Kobanê) ku di 13`ê Îlona 2018'an de  li Dêrezorê de şehîd bibû, bi merasîmekê oxir kir.

Gel cenazeyê şehîd ji Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê wergirt û bi karwanekî berê xwe da goristana şehîdan a Serêkaniyê.

Li goristanê merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê  Zehra Casim axaftinek kir. Zehra wiha axivî: “Em ji tevahiya gelê xwe re dibêjin ku em bi îradeya xwe ya polat û rihê fedekarî berxwedana me ya parastina destkeftiyên şehîdan didomînin. Em soz didin şehîd Heqî û hemû şehîdên ku em ê tola wan li erdê nehêlin û xeta wan bişopînin heta armancên wan bi cih bînin.``

Her wiha ji fermandarên YPG`ê Azad Welat jî soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşê da û got ji bo jiyaneke azad û bi rûmet berdêlên giran hatin dayîn, li ser vê yekê pêwîst e ev berdêl werin parastin û xwedî li nirxên şehîdan were derketin.

Li ser navê malbata şehîd Heqî bavê wî Ferec Qido diyar kir ku ew bi şehadeta kurêd xwe serbilind e û soza şopandina xeta şehîdan dûbare kir.

Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeta şehîd hatin xwendin û radestî malbata wan hate kirin. Di dawiya merasîmê de, şervanên YPG`ê cenazeyê hevalê  xwe bi dirûşmên ``Şehîd namirin`` spartin axê.

(sx/bm)

ANHA