HESEKÊ

Duh bi sedan welatiyên bajar û gundewarên Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG`ê Mihemed Şêx (Hogir) ku di ancama krîza dil de de şehîd bûbû, bi merasîmekê oxir kir.

Gel cenazeyê şehîd ji Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê wergirt û bi karwanekî berê xwe da goristana şehîdan a Serêkaniyê. Li goristanê merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Beyar Emîn axaftinek kir. Beyar wiha axivî: “Em ji tevahiya gelê xwe re dibêjin ku em bi îradeya xwe ya polat û rihê fedekarî berxwedana me ya parastina destkeftiyên şehîdan didomînin. Em soz didin şehîd Hogir û hemû şehîdên din ku em ê tola wan li erdê nehêlin û xeta wan bişopînin heta armancên wan bi cih bînin.”

Her wiha ji fermandarên YPG`ê Azad Welat jî soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşê da û got ji bo jiyaneke azad û birûmet berdêlên giran hatin dayîn, li ser vê yekê pêwîst e ev berdêl werin parastin û xwedî li nirxên şehîdan were derketin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeta şehîd Hogir hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Di dawiya merasîmê de, şervanên YPG`ê cenazeyê hevalê  xwe bi dirûşmên “Şehîd namirinʺ oxir kir.

(sx/ew)

ANHA