DÊRAZOR

Bîranîn li avahiya meclisê ya bajarokê Cezrayê yê rojavayê Dêrazorê hate lidarxistin.

Hevserokên Meclisa Sivîl a Dêrazorê, nûnerên Dîwana Edaleta Civakî, Mala Jin a Cezrayê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, endamên meclis û komînên gundewarên rojavayê Dêrazorê û malbat û hevalên şehîd Merwan El-Fiteyîh di merasîmê de amade bûn.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin destpê kir. Bi navê Desteya Serokatî ya Meclisa Zagonsaz a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etê axivî û got: "Avakirin û xebatên meclîsê peyamek ji dijminan e. Şehîd Merwan roleke mezin di meclîsê û tevahî Dêrazorê de list û navê xwe di rûpelên dîrokê de xêz kir. Ji ber vê yekê divê em li hemberî planên ku li ser welatê me têne meşandin bibin yek."

Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif jî got "Şehîd Merwan ev meclis ava kir, bo serxistina vê projeyê me şehîd dane, têkoşîna me ya ji bo gelê me berdewam e."

Bi navê malbata şehîd Merwan yek ji xizmên wî axivî û ev tişt anî ziman "Wekî malbata şehîd em spasiya we dikin û ji xwe dixwazin ku hên bêtir bixebitin û xeta şehîd Merwan û hemû şehîdên azadiyê bişopînin."

Di merasîmê de, bi navê Meclisa Zagonsaz a Dêrazorê cîgirê hevserokatiya Meclisê Xelef El-Ese, bi navê komîteyên meclisê Mihemed El-Receb, bi navê Mala Jin Hesîna El-Îfan û bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hanî El-Îfan axaftin hatin kirin. Di axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate dayîn.

Hevserokê Meclisa Zangonsaz a Dêrazorê Merwan El-Fiteyîh sala 1977‘an di nava malbateke xizan de ji dayik bû. El-Fiteyîh zanîngeha endizyariya mîkanîk qedandiye û roleke mezin di avakirina Meclisa Sivîl a Dêrazorê de lîst. Merwan El-Fiteyîh 29‘ê Kanûnê li ser rêya Dêrazor– Hesekê ji aliyê kesên nenas ve hat qetilkirin.

ANHA