QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê ji bo oxirkirina şervanê YPG'ê Mihemed Alkan (Serhed Baran) ê ku di encama nexweşiyê de şehîd bû, li ber nexweşxaneya şehîd Hogir a bajarê Dêrikê kom bûn.

Girseya gel ku alên YPG û YPG'ê û wêneyên şehîd Serhed vekiribûn, cenaze ji morga nexweşxaneyê wergertin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Xebat ve bi ketin.

Merasîmê oxirkirina cenaze li goristanê bi toraneke leşkerî ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir.

Ji fermandarên YPG'ê Hawar Dêrik axivî û soza şopandina xeta şehîdan dan û got ku şehîd nasnameya gelan e û mîsogeriya serkeftinan e.

Dêveberê Meclisa Navçeya Dêrikê Hesen Hemza jî axaftin kir û wiha got: "Serkeftinên ku hatine bidestxistin berhemên xwîna şehîdan e, şehîdên ku ji bo azadiya me jiyanek bi rûmet berdêlên giranbuha dane. Dijminên gelê Kurd li ser gelek mijaran li hev nakin, lê li hember gelê Kurd li hev dikin. Civîna dawî ya li Tehranê ya di navbera Mosko, Enqera û Tehranê mînaka vê yekê ye. Li ser vê yekê dive em hevgirtina xwe xurt bikin û li hemberî pilanên dijber bisekinin."

Piştî axaftinan bi dawî bûn, wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Malbata şehîd jî soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

Girseya gel, cenaze di nava dirûşm û tilîliyên dayika spartin axê.

ANHA