EYŞE MIDEWER-MIHEMED EL-EREB /TEBQA

Di dîroka Rojhilata Navîn de di navber hêzên siyasî û baweriyên cûda de gelek nakokî hatin jiyankirin. Ev nakokî herî zêde di dema Osmaniyan de diyar bû. Di herêmê de siyasetên guhertina demografîk li ser esasê parçe bike û birêve bibe hatin meşandin. Armanca desthildaran bi vê yekê jî ew bû ku gelê herêmê li gorî xwe bidin meşandin.

Di dema li Ewropa li beranberî Ewsturiya û li beranberî Rûsiya jî têk çûn, berê xwe dan Rojhilata Navîn. Di destpêka sedsala 16'an tevahî welatên ereban dagirkirin. Heta 400 salî jî herêm di bin dagirkiriya wan de ma.

Dema dewleta Osmanî herêm dagirkiribû wekî dema nijatperestî û nakokiyên di navbera pêkhateyan de hate zanîn. Di wê demê de hewldan hate kirin ku hin pêkhate werin tunekirin. Li dijî gelek pêkhateyan komkujî pêk hatin. An jî hatin sorgunkirin.

Ji ber gelê kurd ji hemû gelê herêmê zêdetir li dijî Osmaniyan tekoşîn dida meşandin. Lewma para mezin ji koçberî û komkujiyan hebû. Komkujî û sorgirkirin hîn jî dawam kir. Kiryarên Osmaniyan heta niha hîn di bîra şêniyên herêmê de ye.

Welatiyê bi navê Ilêwî Mihemed El-Hemûd El-Hisên (65) welatiyeke kurd e. niha li herêma Tebqayê jiyan dike.

Ilêwî serpêhatiya bapîrê xwe Hisên ê ji Kerkûka Başûrê Kurdistanê çawa hate koçberkirin ji ajansa me re axivî.

El-Hisên diyar kir ku beriya 200 salî dewleta Tirk bapîrê wî yê bi navê Hisên bi darê zorê di nava Artêşa Osmanî de girt leşkeriyê, paşê li Sûriyê bi cih dike û derfeta wî ya vegera warê wî Kerkûkê ku mesafeyek dirêj jê dûre namîn e.

Ilêwî El-Hisên wiha dest bi serpêhatiya bapîrê xwe kir: "Bapîrê min ji şêniyên gundê Nexte ya parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê bû. Dema dewleta Osmanî ew di nava leşkeriya xwe de girt. Di nava Artêşa Osmaniyan de şer kir. Di wê demê de Artêşa Osmanî bapîrê min û hevalekî wî yê ereb li herêma El-Sebxe ya li rojhilatê Reqayê hiştin, li wir bi cih bû. Bapîrê min û hevalê xwe yê ereb ji 2 xwîşkan ji herêmê zewicîn û di malekê de jiyan kirin. Ev biratiya pêkhateyên herêmê nîşan dide."

Piştî dewleta Osmanî têk çû û ber bi Anadoliya ve vegeriya, bapîrê Ilêwî dest ji herêma El-Sebxa berda û li cihekî bi av geriyan. Di wê demê de berê xwe didin rojavayê Reqayê û li gundê Sefsafa ya Tebqayê ku 8 kîlometreyan dûrî bajarê Tebqayê ye bi cih dibe. JI bapîrê Ilêwî re 2 kur çêdibin, yek ji wan di ciwantiya xwe de wefat dike û yê din navê wî Hemûde, li herêmê zewicî û 6 zarokên wî çêbûn. Ew jî dizewic in û zarokên wan çêdibin.   Ilêwî Mihemed El-Hemûd El-Hisên ku niha li Tebqayê ye jiyan dike.

7 birayên Ilêwî hene, yek ji wan beriya 5 salan wefet kir. heta niha hemû li gundê El-Sefsafa ya Tebqayê jiyan dikin. Li ser çandiniyê û xwedîkirina sewalan debara xwe ya jiyanî pêk tîn in.

Zimanê kurdî jibîr kirine

Ilêwî El-Hisên li ser sedema ku niha nizanin bi zimanê kurdî biaxivîn ev tişt anî ziman: "Ji ber zextên mezin ku li ser gelê kurd dihate meşandin û wiha dom kir: "Em neçar man ku bi zimanê erebî biaxivin, hêdî hêdî heta zimanê kurdî bi temamî hate jibîrkirin. "

Bi kurdatiya xwe serbilind e

Ilêwî El-Hisên da zanîn ku ew bi kurdatiya xwe serbilinde û  wiha dom kir: "Raste em bi gelê ereb re di nava jiyanê de ne û em erebî diaxiv in, lê me kuradiya xwe jibîr nekiriye. Dilê min her bi ser gelê kurd de ye, dema kesekî kurd ku nasnekim jî dibîn im, bi bandor dibim."

Ilêwî Hisên destnîşan kir di dema çeteyên DAIŞ'ê herêm agirkiribûn anî ziman û wiha axivî: "Dema çeteyan herêma Tebqa dagirkiribûn, malbata me jî wekî malbatên kurd rastî astengî û zordariyê hatin. Girtin ser malên me de, hewl dan me bidin koçberkirin. Lê şervanên QSD'ê herêm rizgar kirin û em ji çeteyan xilas bûn. Me hemeleya Xezeba Firatê dişopand, dema herêm rizgar bû, xewna me ya salan pêk hat. Em ji zulim û zordariyê xilas bûn. "

Ilêwî derbarê dagirkirina Dewleta Tirk ji Efrînê re ne razîbûn nîşan da û ev tişt anî ziman: "Dema dewleta Tirk Efrîn dagirkir û niha li herêmê guhertina demografî pêk tîn e. Lê bela baş bizan in ku wê zulim dewam neke û dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn û tevahî Bakurê Sûriyê têk biçin."

‘Ez bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan serbilind im‘

Ilêwî El-Mihemed anî ziman ku ew bi fikirê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbilind  û destnîşan kir ku ne ji fikirê Ocalan baye gel ji zulm û desthilatdariyê azad nedbiû, bi saya fikirê wî biratiya gelan û demokartî dijî û wiha dom kir, "Dîlgirtina wî tê fêde li Tirkiyê nake, ji ber ku fikirê wî yê azad li her deverî belav dibe."

Girêdana bi dara zeytûnê

El-Mihemed dibêje ku dara zeytûnê ji bo gelê Kurd sembola morale ye û wiha tîne ziman, "Yekem dar ku me li mala xwe ya nû çand, dara zeytûnê bû, ji ber ku sembola hêz, bereket û girêdana bi axê ye."

Ilêwî bal kişand ser astengiyên ku li pêşiya bapîrên wî derketin dema xwe gihand xizmên xwe li Kerkûkê. El-Mihemed astengî wisa rêz kir, "Rê pir dirêjî bû û bi xeter bû, her wiha bi wehşan  û artêşa Osmaniyan tijî bû. Tenê dikarîbûn peywendî bi xizmên xwe yên li Sûriyê yên ku Dêrazorê wekî êla El-Begara û Bûkmalê,  malbata Eskerî ya li gundewarê bakurê rojavayê Helebê, Bab û Tadif, her wiha malbataq El-Eywû ya li Helebê, Malbata Şawîş li gundê Ebû Hûreyara ya li rojavayê Tebqayê re peywendî çêbike."

(dc)

ANHA