KELSÛME ELÎ - RAPERÎN TEHLO / QAMIŞLO

Bi hatina salvegera destpêkirina Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, bertekên girêdayî ferzkirina tecrîda li ser Ocalan zêde dibin.

Siyasetmedarên Kurd ên navçeya Girkê Legê der barê mijarê ji ajansa me re axivîn.

Siyasetmaderê Kurd Mistefa Mam Xêr got dewleta Tirk bi rêya tecrîdkirina Ocalan, hewl dide fikrên Ocalan negihîjin gelên bindest. Mistefa tekez kir ku hemû hincetên dewleta Tirk di berdewamkirina tecrîdkirinê de, herî dawî jî qedexekirina hevdîtinên Ocalan bi parêzerên xwe re heta 6 mehan, hemû di çarçoveya vê armancê de ne.

Siyasetmedar Mistefa destnîşan kir ku destkeftiyên ku li herêmên Bakurê Sûriyeyê hatine bidestxistin bi saya fikrên Ocalan ên li ser neteweya demokratîk û biratiya gelan in. Mistefa Xêr wiha domand: "Pêkanîna fikrên Ocalan komplo têk bir. Azadiya Ocalan tê wateya azadiya gelên bindest û belavkirina demokrasiyê di nav gelan de."

Her wiha siyasetmedarê Kurd Mistefa Xêr bêdengiya navdewletî li hemberî tecrîdkirina li dijî Ocalan şermezar kir û desnîşan kir ku ev bêdengî Tirkiyeyê teşwîqî pêkanîna binpêkirinan dike.

 ‘Kiryarên dewleta Tirk faşîstbûna wê aşkera dikin’

Ji aliyê xwe ve siyasetmedarê bi navê Ebdulhadî Ehmed got kiryarên tecrîdkirinê faşîstbûna  dewleta Tirk vedibêjin, ji ber ku ev binpêkirin xwe dispêre siyaseta înkar û qirkirinê der heqê gelê Kurd de di hemû pêngav û serdeman de ku dewleta Tirk pê rabûye.

Ebdulhadî Ehmed bi bîr xist ku gelê Kurd û hemû gelên Kurdistanê li hemberî siyaseta qirkirinê têkoşînê didin meşandin.

'Tirkiye hewl dide Ocalan ji gel dûr bixe'

Siyasetmedarê bi navê Hisên Osman jî destnîşan kir ku tecrîda giran ku dewleta Tirk li Ocalan ferz dike, di çarçoveya hewldanên Tirkiyeyê yên dûrtxistina Ocalan ji gel pêk tê û ev tişt got: "Ev tê wateya ku dûrxistina fikrên Ocalan ji gelên bindest û azadîxwazan.”

Osman wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ev siyasetên dewleta Tirk di encama têkçûna wê li Rojhilata Navîn û cîhanê de ne. Ji ber ku siyasetên wê sitemkar û dîktatorî ne."

(şx)

ANHA