AYŞE MIDEWER/TEBQA

Xedîce El-Umer 50 salî ye û di firotona cilên Balê de yên ku ji dewletên derve tên dixebite.

Xedîce serpêhateya xwe ya kar ji ajansa me re vegot.

Xedîce dayîka 2 kur û 3 keçan e. Kurekî wê bi nexweşiya sinirê ketiye û ya dinjî di encama qezayekê de şewitiye û li malê tê dermankirin. Xedîce ji bo peydakirina debara malbat xwe li hember hemû astengiyên jiyanê û kevneşopiyên civakê ku wê li malê girê didin sekinî û dest bi kar kir.

Xedîce di beşa xwe ya taybet li kolana balê de hemû cureyên cilên balê difroşe.

DAIŞ`ê nehişt ku ez li mal an jî li sûka herêmî bixebtim

Xedîce destnîşan kir ku di dema serweriya DAIŞ`ê de li herêmê, bi hinceta rêxistinkirina sûkan nehiştin ku ew cilan li mal an jî li sûkên herêmî bifroşe. Ew neçar kirin ku li sûka balê ku niha lê kar dike bixebite. Lê ji ber destdirêjiya çeteyan gelek jinan karê xwe berdan.

Bi kar jiyan berdewam dibe

Xedîce diyar kir ku bi kar mirov dikare jiyana xwe berdewam bike û xwe isbat bike. Her wiha xebitîna jinê derveyî mal çalakiyên wê zêde dike û ji bin silteya mêr der dikeve.

Ji aliyekî din ve Xedîce tekez kir ku şênî û bi taybet jin dema firoşkar jin be bi awayekî rehetir cilan meyze dikin û dikirin.

Piştî rizgarkirina bajarê Tebqayê ji çeteyên DAIŞ`ê di 10`ê Gulanê ve hejmara jinên karker û bi taybet cilên balê zêde bûn û niha ji jinan re çavkaniyek qezencê ku aboriya wê xurt dike çêbû.

Her wiha azadiya ku jinan piştî rizgarkirina bi destxistine hişte ku jin di çarçoveya zêdebûna pêwîstiyên jiyanê de û bi taybet dema ku jin xwedî malbat be, bêtir nerm kir.

Çîroka Xedîce yek ji dehan çîrokên jinên ku di heman karî de û li heman sûkî dixebitine ye û ji bo wan sûk bûye menfesek û çavkaniya qûtê.

(şx)

ANHA